Beştaş: AKP li Kurdistanê dewleta pêkanînan e
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser polîtîkayên cihên yên AKP’ê yên li Kurdistanê û diyar kir ku gelek cih bi hefteyan e av û elektrîka wan tune.
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser polîtîkayên cihên yên AKP’ê yên li Kurdistanê û diyar kir ku gelek cih bi hefteyan e av û elektrîka wan tune.
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.
‘NAXWAZIN EM PARLEMENTERAN BIBÎNIN’
Beştaş di civînê çapemeniyê de got ku, “Em bi awayekî zelal ji hikumetê re dipirsin: ji 2 hezar caran zêdetir me serî lê da, gelo çima we bersiv neda? Li Wezareta Edaletê bi sedan daxwaznameyên me yên nû hene. Ligel ku di hiqûqê de cihê wê tune, hûn destûrê nadin ku em Demîrtaş û Yuksekdag bibînin.
Hûn destûrê didin CHP’ê lê nadin HDP’ê. Ez, Sirri Sureyya Onder, Garo Paylan, Celal Dogan, Erol Dora, Bûrcû Çelîk û gelek parlementerên me, em heta Edîrneyê çûn û bêyî ku em hevdîtinê bikin, em bi paş ve vegeriyan. Niha jî dibêjin ‘CHP 27 caran serdan pêk anîne, lê HDP’yî naçin serdanan’. Ev diyar dike ku siyaseta AKP’ê çiqasî qirêjî ye. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku daxwaznameyên me yên ji bo hevdîtinê eşkere bikin. Me bi hezaran cara serî lê daye lê gelo we çend caran destûra hevdîtinê dane?”
‘LI MECLÎSÊ QEYYÛM HATE WEZÎFEDARKIRIN’
Beştaş diyar kir ku AKP’ê li meclîsê jî qeyyûm wezîfedar kiriye û got, “Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman hefteya borî li parlementoya ku ew serokê wê ye, bi peywira qeyyûmtiyê hate wezîfedarkirin. Ev skandaleke mezin e. Derketiye holê ku Serokê Meclîsê bi tenê Serokê Meclîsa AKP’ê ye.”
‘DEWLETA PÊKANÎNAN’
Beştaş diyar kir ku AKP li Kurdistanê serî li her cure cihêkariyan dide û got, “Li Qoser û Nisêbîn û Dêrikê qutkirina elektrîkê heye. Di navbera herêman de cihêkarî tê kirin. Li Qoserê bi hefteyan de elektrîk û av tune.”
ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ
Beştaş pirsa ‘Di pêşnûmaya îstîsmara zayendî de krîtera 12 salîbûnê hatiye dayîn. Hûn vî tiştî çawa dinirxînin’ jî wisa bersivand: “Em gelekî li ser vê meseleyê disekinin. Me berê jî got, bi zêdekirina cezayan re pêşiya îstîsmara zayendî nayê girtin. Divê tevdîrên cihê werin kirin. Dixwazin bi awayekî populîst rantê bi dest bixin. Di vî warî de gelek pêşniyazên me hene û ew ê hebin jî. Divê beriya her tiştî 6 wezîr bersivê bidin pêşniyaznameyên me yên bi vî rengî.”