Beştaş: AKP dixwaze bi rêvebernameya nû ser komkujiyan bigire
Alîkara Hevserokên Giştî yê HDP’ê Beştaş diyar kir, AKP dixwaze bi rêvebernameya nû ser komkujiyan bigire.
Alîkara Hevserokên Giştî yê HDP’ê Beştaş diyar kir, AKP dixwaze bi rêvebernameya nû ser komkujiyan bigire.
Alîkara Hevserokên Giştî yê HDP’ê Beştaş diyar kir, AKP dixwaze bi rêvebirnameya nû ser komkujiyan bigire.
Beştaş nerazîbûn nîşanî Rêvebernameya, “Pêkanînana Qanûna Civîn û Xwepêşandanê” yên ji aliyê Wezareta Hundir ve hat guhertin û li gorî “qanûna polîsan” amade kirin da. Beştaş diyar kir ku ev rêvebername “temamkirina konsepta şer a kirina dewrê”, “binesaziya derbasbûna salên 90’an” û “rewakirina mirinan” ne. HDP’ê diyar kir ku ji bo betalkirina rêvebernameyê wê serî li Dadgeha Bilind bidin.
Daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP’ê û Berpirsyara Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Meral Daniş Beştaş hat weşandin wiha hat gotin, “Zîhniyeta AKP’ê israra xwe ya xwînê têr nebûnê ya bi guherînên di pêkanîna qanûna xwepêşandan û civînan de nîşan dide û bi Paketa Ewlekariyê her her cure nehiqûqiyên hêzên dewletê qanûnî dike. Bi vê guherîna ku kiriye carekî din jî nîşan daye ku guhertina rêvebirnameyê wek rêvebernameya konsepta şer kiriye dewreyê. Beştaş bal kişand ser komkujiya vê sibehê ya li Silopiyayê û wiha dewam kir, “Îro dîsa li navçeya Silopiyan a Şirnexê mirovan jiyana xwe ji dest da. Ti sererastkrinên heyî û yên bêne kirin wê di aliyê hiqûqî û wijdanî de kesên li Silopiyayê ji aliyê polîsan ve hatin gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dane û bi dehan birîndaran jî rewa bike. Çawa ku heya niha nikarîbû bi sedan canên me yên ji aliyê guleyên polîsan ve hatine kuştin rewa bike.”
'QANÛNÎKIRINA DERBASBÛNA SALÊN 90'AN E'
Di daxuyaniyê de guherîna rêvebernameyê wek, “rêvebernameya şer û xwespartina qanûnî ya derbasbûna salên 90’an” tê pênasekirin.
‘HEWLDANÊN PÊWÎST ÊN JI BO SEKINANDINA RÊVEBERNAMEYÊ EM Ê BIDIN DESTPÊKIRIN’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di aliyê Dadgeha Şêwirmendiyê de hewldanên pêwîst ji bo betalkirina rêvebernameya ku ketiye meriyetê wê bidin destpêkirin. Daxuyanî wiha dewam kir, “Hûn nikarin bi sererastkirinên qanûnî li ser komkujiyan binixumînin. Partiya me weke Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan weke di berê de wê ji niha pêde jî bibe şopdarê pêvajoya qanûnî ji bo cezakirina sedemên komkujiyan. Bi vê boneyê em careke din sersaxî ji welatiyên xwe yên ku di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî van tiştên rû didin li gel hev bisekinin û bi hev re têbikoşin.”