Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Ewropayê hatin bîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li gelek welatên Ewropayê hatin bîranîn.

Li bajarên Berlîn, Koln, Frankfurt, Kassel û Mannheim ên Elmanyayê, li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li bajarê Lîmasol ê Qibrisê û li bajarên Lînz, Viyana û Grazê yên Awûstûryayê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi civînan hatin bîranîn.

KOLN: Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd Nûpel Mûnzûr axivî û got, "Gelê me bi ruhê 14'ê Tîrmehê li Rojava, li Şengalê, li Bakur li ber xwe da. Hevala Zîlan jî xeta me ya azadiyê ye. Bi çalakiya xwe ya li Dersimê bersiv da mêtingeriya jinê û komkujiya li Dersimê." Mûnzûr Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb jî bi bîr anî û got, "Di encama xiyanet û komployê de hate qetilkirin. Dagirtina şûna wî zehmet e." Piştî axaftinan sînevîzyonek der barê berxwedana 14'ê Tîrmehê hate nîşandan.

BERLÎN: Li Berlînê di civîna bîranînê de Hevseroka Civaka Kurdistaniyan a Azad Nîjiyan Gunay diyar kir, ku li çar parçeyên Kurdistanê berxwedana 14'ê Tîrmehê esas hate dîtin û wê bîranîna wan berxwedêran her tim di têkoşîna wan de hebe. Di civînê de bi navê Malbatên Şehîdan, PYD, Meclîsa Jinan a Destan û HDK'ê axaftin hatin kirin.

FRANKFURT: Ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb çalakiyeke bîranînê li Frankfurtê pêk hat. Ji bajarên Frankfurt, Offenbach û Hanau zêdeyî sed Kurdistanî û dostên wan tevlî civînê bûn.

MANNHEIM: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan û Komîteya Malbatên Şehîdan civîna bîranînê ya li bajarê Mannheimê pêk anîn. Qisekeran diyar kirin ku ruhê 14'ê Tîrmehê ji 7 heta 70 salî bandor li her kesên li Kurdistanê kiriye.

KASSEL: Civîna bîranînê ya li Kasselê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Piştî axaftinan sînevîzyonek der barê 14'ê Tîrmehê û Diyar Xerîb de hate nîşandan.

DEN HAAG: Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê civîneke bîranînê pêk hat. Piştî nîşandana sînevîzyonê axaftin hatin kirin û hate gotin ku wê têkoşîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi ser bixînin.

LÎMASOL: Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê û Diyar Xerîb hatin bîranîn. Civîn li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê pêk hat.

LÎNZ: Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, di civîna bîranînê de sînevîzyon der barê berxwedana 14'ê Tîrmehê hate nîşandan û piştre der barê berxwedanê de axaftin hatin kirin. Qisekeran her wiha êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya nokeran a li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

VIYANA/GRAZ: Li bajarên Viyana û Grazê yên Awûstûryayê, bi heman armancê civînên bîranînê pêk hatin. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb jî hate bîranîn.