Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Erîvanê hatin bîranîn

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Erîvanê bi civînekê hatin bîranîn.

Berxwedêrên Rojiya Mirin a Mezin a 14'ê Tîrmehê ya Amedê li paytexta Ermenistan Erîvanê li Ofîsa Kurdistan Komîteyê bi civînekê hatin bîranîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Mahsûm Hasan axivî û got, "Ji bo mirovan ji can bêhtir tiştekî bi qîmet nîne. Şehîdan xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kirin, canê xwe feda kirin. Ji vê mezintir tiştek nîne."

Hasan anî ziman ku 14'ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd mîlad e û got, "Dewleta Tirk li wê derê îrade dît. Rastiya PKK'ê ya ku têk naçe dît. Nabe ku em vê berxwedanê normal, ji rêzê bibînin. Berxwedanên me hemû bi saya wê rojê ne. Em soz didin ku bi ruhê berxwedana wan em ê têbikoşin. Di vê pêvajoya hesas de bang li gelê me dikim ku hîn bi xurtî xwedî li têkoşînê derkeve."

Hevseroka Kurdistan Komîte Îla Tovmasîan jî got, "Şehîdan canê xwe ji bo gel feda kirine, lewma ew namirin. Xwedîderketina li nirxên ku şehîdan ji me re hiştine wezîfeya me hemûyan e."

Endamê Kurdistan Komîte Mîlo Kalaşyan jî got, "Em bi saya şehîdan bi pêş ve diçin. Bi saya şehîdan serê me bilind e. Divê em wezîfeya ku wan ji me re hiştine pêk bînin û bi vî rengî hêjayî wan bin."

Hevserokê Yekîtiya Kurdên Ermenistanê û wekîlê Parlamenta Ermenistanê Kinayaz Hasanov got, "Şehîd nirxên me yên herî mezin in. Di nava tevgera azadiyê ya Kurd de hema bêjin ji her gelî şehîd hene. Ciwanên şervan hene ku bi îdeolojiya Rêber Apo ji bo azadiya gel têdikoşin. Li Rojava gelekî berxwedêr heye, gelekî ku ji bo azadiya xwe şer dike. Gelekî ku bi hezaran şehîdên xwe hene. Lê belê hêzên serdest dixwazin li dijî me lîstikan bilîzin. Der barê vê de divê em baldar bin."

Rojnamevan-nivîskar Mirazê Cemal jî helbestên xwe yên ji bo şehîdan nivîsandî xwend.