Berxwedana YPJ'ê bandorê li her qada jiyanê dike

Berxwedana YPJ'ê bandorê li her qada jiyanê dike

Têkoşîn û berxwedana şervanên YPJ’ê ya Kobanê ji hemû mirovan rê bû hevî û sûd jê tê wergirtin. Welatiyê li Taxa Alîgor a Pirsûsê qehwexaneyê dixebitîne bi sûdwergintina ji berxwedana şervanên YPJ’ê re wêneyên şervanên YPJ’ê bi dîwarê qehwexaneyê xistiye. Kaplan diyar kir ku keçên Kurdan namûs, ax û şerefa Kurdan diparez in û got: “Ev şêr in. Em bi wan serbilind in. Bi saya wan hemû cîhan gelê Kurd nas dike û li ber berxwedana wan rêzê digiriye.”

Şoreşa Rojava ya ku bi peşêngiya jinan pêk hat û li cîhanê bû mînak, di nav gelê kurd de jî desthilatdariya zilama a hezar salan rakir û veguhirand. Bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re cih girtina jinan a bi peşêngiya hêzên Yekîtiya Parastina Jinê (YPJ) re, li cîhanê bû sembolek û jin ji berxwedana wan sûd distînin. Bi taybetî jî ji jinên Rojhilata Navîn re bûn modelek. Li gel vê jî gelê Kurd veguherîna jinan bi vî rengî rast dibîne û jê sûdê werdigşre. Tenê ne jin, zilam jî li ber têkoşîna wan a bêhempa rêzê digirinê û sûdê jê werdigirin.

'LI QEHWEXANEYÊ VEGUHERÎNA BI BERXWEDANÊ RE'

Welatiyê bi navê Îbrahîm Kaplan ê li taxa Alîgor a Pirsûsa Rihayê ev 15 sal in qehwexaneyê dixebitîne, wêneyê ku ji rûpela rojnameyê biriye û bi dîwarê qehwexaneyê xistiye bala mirovan dikşîne. Qehwexane ku di nav civakê de bi feodalîteya xwe tê nasîn, li ber rastiya têkoşîna jinan û wêrakiya wan tên gurhertin. Dema ku ev wêneya li qehwexaneyê derket pêşberî me û me jî ji xwadiyê qehwexaneyê Kaplan pirsî, rastî gotina “Ew şêr in” hatin. Kaplan der barê mijarê de ji me re axivî û diyar kir ku ew bi lehengiya şervanên keçên Kurd serbilind in û got: “Keçên me li hember dijminên xwînxar û kujêr, çavên xwe kurç nakin û di çeperên pêşiyê de cih digirin. Em jî bi vê yekê re serbilind in. Bi saya wan niha hemû cîhan gelê Kurd nas dike û li ber berxwedana wan rêzê digire. Min jî rojekê di qehwexane de rojnemeya Ozgur Gundemê dixwend û rastî vî wêneyî hatim. Min ji rojneme birî û li dîwêr xist.”
 
'EM JI BERXWEDANÊ SÛDÊ WERDIGIRIN'

Kaplan di axaftina xwe de behse berxwedana Kobanê jî kir û wiha pê de çû: “Ev keç û xortên me li cem me şêr in. Ji bo namûs, ax û şerefa me têdikoş in. Em ji berxwedana wan sûdê werdigirin. Wan li hember dijmin, gelê xwe bi tenê nehişt û canê xwe feda kirin. Bila hemû keç û xortên me yên din jî li hember dijminên kujer û xwînxar di nav refên YPG û YPJ’ê de cihên xwe bigrin. Bila wan şêran bi têne nehelin. Xelasiya me di xwedî derketina me de ye.”
 
Kaplan der barê êrîşên li ser gelê Kurd de jî axavî û ev tişt anîn ziman: “Ev hemû qirêjî karê AKP'ê ye. Dê rojek were em ê ji wan kesên xwedî qirêjiyê hesab bipirsin. Ev kirin bi wan re namîne. Ev DAIŞ’a jî çawa hat Rojava wê yek bi yek Kobanê bibe gora wan. Em jî çi ji destê me bê em ê bikin. Em bawarin wê di demeke kurt de Kobanê azad bibe. Em bejna xwe li ber berxwedana şêrên xwe yên nemir ditewînin.”