Berxwedana Strasboûrgê: Ne sibe, niha xwedî lê derkevin

Berxwedana li Strasboûrgê 65 roj li pey xwe hişt. Serdana ji bo çalakgeran dewam dike. Bang li Kurdan hemûyan tê kirin ji bo berxwedanê mezin bikin.

Tevî Kurdistaniyên ji gelek bajarên Fransa û Elmanyayê, endamên Tevgera Jinên Kurd a Marsîlyayê yên nobeda ji bo azadiya Ocalan digirin, serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirin.

'NE SIBE, NIHA XWEDÎ LÊ DERKEVIN'

Bi navê Kurdistaniyên ji Mulhoûse hatin, axaftin hate kirin û ji bo xwedîderketina li berxwedanê bang hate kirin. Kurdistaniyekî bi bîr xist ku Leyla Guven dibêje, 'Ya ku me bikuje greva birçîbûnê nîne, bêdengî ye' û ev bang kir, "Ne sibe, yekser niha xwedî li berxwedêran derkevin."

Kurdistaniyan ragihandin, tecrîd bi gotinê bi dawî nabe û bang li her kesî kirin ku li devera lê ne dakevin qadan.

'BERÎ KU ŞEHADET RÛ BIDIN DIVÊ DEST LI PÊVAJOYÊ BÊ WERDAN'

Rêveberiya Mannheîmê ya Saziya Malbatên Şehîd û Windayan a Kurdistanê (KOMAW), serdana çalakgeran kir û diyar kir ku daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê daxwazên gelê Kurd e. Qiseker da xuyakirin ku tecrîd li derveyî mirovahiyê ye û bang li gelê Kurd kir, bi çalakiyan piştgiriyê bidin berxwedanê.

Nûnerê KOMAW'ê xwest, berî ku şehadet rû bidin dest li pêvajoyê bê werdan.

'YÊN KU XWEDÎ LI ME DERKEVIN JIN IN'

Endamên Tevgera Jinên Kurd a Marsîlyayê ku di hefteya 348'an de li ber Konseya Ewropayê nobeda ji bo azadiya Ocalan digirin, serdana çalakgeran kirin û gotin, heta ku têkoşîna gelê Kurd a zêdeyî 40 sal in tê dayin bi ser bikeve, wê paş de gav neavêjin.

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Ayvaz Ece di dema serdana jinan de axivî û ji jinên Kurd hemûyan xwest ku berxwedêran mîna ewladên xwe bibînin. Ece di serî de jin bang li gelê Kurd kir ku vê pirsê ji xwe bikin, 'Min îro çi kir?'. Ece got, "Yên ku herî zêde xwedî li me derkevin jin in, dayik in. Piştevaniya ji bo çalakiya me çiqasî mezin be, serketin jî wê ewqasî nêz be. Hîn şehadet çênebûye, lê belê her rojek girîng e."