Efrîn di çapemeniya Ewrûpayê de

Çapemeniya Ewrûpayê cih dide hewldana dagirkeriya li ser Efrînê û Berxwedana Serdemê ya ku ev 32 roj in berdewam dike.

Li hemberî hewldana dagirkeriyê Berxwedana Serdemê didome. Di çapemeniya cîhanê de jî li ser îddîaya ku wê hêzên rejîmê li dijî dagirkeriyê werin herêmê, nirxandin hatin kirin.

N-TV: ŞERÊ TIRKIYE-SÛRIYEYÊ NAKEVE NAV HEVGIRTINA NATOYÊ

Di şîroveya li ser malpera kanala Elmanyayê ya bi navê N-Tv de li ser îddîayên ku wê hêzên Sûriyeyê herin Efrînê, hate sekinandin.

Di şîroveyê de tê gotin, dibe ku Kurd sûdê ji rejîmê werbigirin û heke ev tişt pêk were, tê wateya ku wê rejîma Esad li dijî tankên Leopard 2 şer bike.

Di şîroveyê de tê gotin ku li Sûriyeyê hevseng û tifaq pir zû diguherin. Pisporê ewlehî û terorîzmê Yann Tt-Pîerre diyar kir ku ev tifaq dibe ku taktîkî be. St-Pîerre diyar dike ku armanca Kurdan û ya Esad ev e ku Tirkiyeyê ji herêmê dûr bixînin.

Xaleke din a di şîroveya N-TV’yê de jî ev e ku, heke yekîneyên Sûriyeyê werin Efrînê,  wê li dijî Tirkiyeyê şer were kirin. Di şîroveyê de tê gotin ku heke êrîş li ser sînorên Tirkiyeyê pêk were, welatên NATO’yê dikarin mudaxele bikin û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ji vî tiştî re nabe hincet.

LE FIGARO: HEJE REJÎM WERE, TIRKIYE YA KU TÊK DIÇE DIKARE XWE PAK BIKE

Di rojnameya Le Figaro ya Fransayê de, Georges Malbrûnot nûçeyek amade kiriye û cih daye îddîayên ku wê rejîm biçe Efrînê. Di nûçeyê de tê bibîrxistin ku Kurd naxwazin vegerin rewşa beriya 2012’an.

Di nûçeyê de cih dane analîza dîplomatekî Ereb jî û têkildarî hatina rejîmê ya Efrînê ev tişt tê gotin, “Belkî Kurd li Efrînê têk biçin, lê ew ê Tirk jî xwe pak bikin. Kurd bêyî ku mutefîkên wan hebin tena serê xwe şer kirin û Tirk jî li qadê asê man.”

TAGESSPÎEGEL: TIRKIYE TENA SERÊ XWE NIKARE KURDAN TÊK BIBE

Rojnameya Tagesspîegelê ya Elmanyayê de jî cih daye gotinên hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslum. Muslum diyar kir ku ji xeynî Kurd û Erdogan, rejîm jî hay ji xetereyan heye.

Di nûçeyê de tê gotin ku heke rejîm têkeve Efrînê, wê ev tişt bi kêrî Erdogan jî were. Erdogan wê kêfxweş be ku, ji dêvila Kurdan rejîm Efrînê bi rê ve bibe. Di berdewamiya nûçeyê de jî tê gotin ku, “Dagirkeriya Efrînê dibe ku vî tiştî li ser Esat ferz bike. Tirkiye tena serê xwe nikare Kurdan têk bibe.”

Di nûçeyê de tê gotin ku, êrîşên li ser Efrînê dikare li Tirkiyeyê rê li ber serhildanekê jî veke û tê diyarkirin ku dagirkeriya ji 20’ê Çileyê û vir ve, bi dijwarî ‘bi pêş ve diçe’. Di dawiya nûçeyê de tê gotin ku, ‘Enqereyê bi çavekî biçûk li berxwedanê nihêrî.’