Berxwedana Parka Gezî mezin dibe

Berxwedana Parka Gezî mezin dibe

Berxwedana Parka Gezî bi tevlîbûna hezaran kesan mezin dibe. Li bajarên cûda yên Tirkiyeyê xwepêşandanên piştgiriyê hatin pêkanîn, li Stenbolê jî heya direngiya şevê polîsan êrîşî çalakgeran kir.

Çalakvanên ku ji Qada Taksîmê, Rêya Îstîklalê,Tarlabaşi Bulvari û Harbiyeyê ber bi Parka Gaziyê xwestin bimeşin rastî êrîşa bombeyên gazê yên polîsan hatin. Li rexmî êrîşên polîsan jî her ku çû hêjmara çalakvana zêde bû.

Bi hezaran kesên li ser Rêya Bagdatê kombûn û ji Kadikoyê ber bi Taksîmê ve meşiyan. Li gorî demjimêra herêmî derdorê 5’ê, protestovanên derketin ser rêya D-100 rê ji trafîkê re girtin. Koma ku demekê li ser pirê rawestiyan, piştre dest bi meşê kirin.

Hate ragihandin ku, li derdora demjimêr 01.00’an de di serî de semtên Kurtuluş, Halkali, Teşvîkiye, Karatl û Fulyayê li piranî semtên Stenbolê çalakiyên piştgiriyê hatin li darxistin.

Di demjimêrên serê sibehê de polîsan li ser hemû rêyên tên bo Parka Gezî, Rêya Îstîklalê û Taksîmê hêz bicih kirin, li kolanan jî dengê sîrêna wesayîtên polîsan bilind dibe.