Berxwedana li Strasboûrgê: Dibe ku nexweşiyên mayinde rû bidin

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 14 berxwedêr 65 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Rewşa tenduristiyê ya berxwedêran roj bi roj nebaş dibe û metirsî heye ku rîskên mayinde rû bidin.

14 berxwedêrên li Strasboûrgê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ragihandibûn ku heta bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê çalakiya xwe bidomînin. Dr. Fahrettîn Gulşen ku rewşa tenduristiyê ya çalakgeran dişopîne, diyar kir ku eger saziyên pêwendîdar nekevin nava liv û tevgerê wê jiyana çalakgeran bikeve nava metirsiyê.

ROJEK BERXWEDÊRAN

14 berxwedêrên ku ji 17'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ne, 52 rojên destpêkê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiya xwe dewam kiribûn. Ji ber zêdebûna pirsgirêkên tenduristiyê û biçûkbûna cihê ku çalakî dikirin, 13 roj in greva birçîbûnê li cihekî firehtir ê li navnîşana "273 Avenûe de Colmar"ê dewam dike.

Dr. Fahrettîn Gulşen û hempîşeyên wî her roj bi rêk û pêk rewşa çalakgeran dişopînin. Çalakger ku heta rojên 40'î yên çalakiyê serdan qebûl dikirin, sohbet dikirin û daxuyanî didan, rojên dawî ji ber giranbûna pirsgirêkên tenduristiyê li deverên ku ji bo wan hatine amadekirin dimînin.

Li gel zor û zehmetiyan jî gelek çalakger ji bo çend deqeyan jî be pêşwaziya mirovên tên serdana xwe dikin. Her wiha rewşa dawî jî ji çapemeniyê dişopînin.

REWŞA WAN A TENDURISTIYÊ ÇAWA YE?

Heta niha ji 12 heta 14 kîloyan çalakgeran li xwe kêm kirine. Ji ber emr û rewşa wan a fîzîkî, lixwekêmkirina kîloyan cihê fikaran e.

Ji ber ku êdî masûlkeyên çalakgerên greva birçîbûnê dihelin, doktor di nava fikaran de ne. Ji ber ku eger ev yek bidome û çalakî piştî demekê biqede jî wê bandora vê yekê heta dawiya emrê wan li ser wan hebe.

Li gorî kontrola heftane ya dawî ku roja Duşemê hate kirin, pirsgirêkên tenduristiyê yên çalakgeran wiha ne:

Dilê nûçegihan Gulîstan Îke bi rengekî asayî lê nade, ber çavên wê reş dibe, bêhal bûye, êşa serî lê giran bûye, mehdê wê dixele, li ber deng hesas bûye û yek ji rehên çavên wê teqiya ye.

Li gorî doktorên ku kontrol dikin, dibe ku rojên bê pirsgirêkên dil bêhtir lê der bibin. Her wiha fikar hene ku eger greva birçîbûnê bi vî rengî bidome, wê pirsgirêkên dîtinê heta dawiya emrê wê lê hebin.

2-3 SAETAN DIKARIN RAZÊN

Bi Nûrgul Başaran re jî krampa dil peyda bûye, bi zehmetî tiştên şilî vedixwe, mehdê wê dixele, verdişe, tansiyona wê bilind dibe ya jî ji nişka ve dikeve, dilê wê bi rengekî asayî lê nade û li ber deng hesas bûye. Başaran ku gelek kîlo li xwe kêm kiriye rojê 3 saetan bi zehmetî radizê.

Li gorî doktor Fahrettîn Gulşen, ev pirsgirêkên tenduristiyê li çalakgeran hemûyan der bûne.

Paralmentera berê ya HDP'ê Dîlek Ocalan jî yek ji wan çalakgeran e ku rojên dawî gelek nexweşiyan lê rû dane.

Dîlek Ocalan nikare baş konsantre bibe, li ber deng hesas bûye, mehdê wê dixele, verdişe, bêhal bûye û tiştên şilî nikare bi rehetî vexwe. Yek ji pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê ku lê der bûye, bêxewî ye ku li gorî doktoran rojê du saetan dikare razê.

Ekrem Yapici jî tevî lixwekêmkirinê, zikê wî diêşe, mehdê wî dixele, bi zorê avê vedixwe û bi zehmetî radizê. Mîna gelek çalakgeran masûlkên wî jî dihelin.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK'ê û zanyarê siyasetê Kardo Bokanî jî bi rîskeke welê re rû bi rû ye ku zerareke cidî dikare bigihê çavên wî. Tevî pirsgirêka dîtinê, her wiha bê xew dimîne, li ber deng hesas e, masûlkên wî dihele û roviyên wî hişk dibin.

REWŞA SARIKAYA Û KOÇ

Tevî rîska helandina masûlkeyan, bi siyasetmedar Mûstafa Sarikaya re pirsgirêkên gurçik û bêhnstandinê rû dane. Gurçika Sarikaya îltihab girtiye û zorê nefesê digire. Bê xew dimîne, mehdê wî li hev dikeve û ber çavên wî reş dibe.

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî ku di roja 47'an a çalakiyê de nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê, gelek kîlo li xwe kêm kiriye, gurçika wî enfeksiyon girtiye û bêhn lê teng dibe. Her wiha êşên giran li zik û sînga wî rû daye, mehdê wî dixele, ji ber ku zerar li mejiyê wî bibe û li ber deng hesas bûye.

Doktor dibêjin, ji ber emrê dirêj ê Koç dibe ku bandor li dilê wî bibe, lewma bi baldarî dişopînin.

DIBE KU HER GAV WAN RAKIRIN NEXWEŞXANÊ

Kerem Solhan ku beriya bi 3 heftiyan rakirin nexweşxanê, yek ji wan çalakgeran e ku rewşa wî ya tendiristiyê tê şopandin û her demê dibe ku problemên hevşib bijî. Solhan ji roja ku dest bi greva birçîbûnê kirî 20 ji 100'î li xwe şikandiye û ji bo vê jî fikar ji rewşa wî tê kirin. Nexweşiya kezeb, îdrar û gurçikê bi Solhan re heye. Masulkeyên Solhan dimehin, ji ber arincan nikare rakeve, bîra wî diçe û tê û tiştên avî bi zorê distîne. Solhan bi giştî di nav nivînan de ye.

Doktor dibêjin demên pêş dibe ku problemên giran ên têrnekirina gurçikê bi Solhan re çêbibin û ji ber ku tedawiyê qebûl nake fikara Solhan tê kirin. Doktor dibêjin her gav dibe ku rewşa Solhan giran bibe.

ÇALAKGERÊ HERÎ YIXTIYAR GELEKÎ LI XWE ŞIKANDIYE!

Agît Ural ê 57 salî ku di nav çalakgeran de yê herî yixtiyar e 1 ji 4'an li xwe şikandiye û masûlkeyên wî dihelin. Tim rajena Ural kêm dibe, dilê wî dixele, bîra wî diçe û tê, nikare raze û li bara bêhnê pir hesas bûye û bi zorê tiştên avî distîne. Ural piranî di nav cihan de ye.

Denîz Surgut ku di na çalakgeran de yê herî ciwan e pir li xwe şikandiye. Masûlkeyên wî dihelin, dilê wî dixele, rajena wî pir diguhere, bêhalî pê re çêbûye û li bara deng pir hesas bûye. Surgut ji ber ku ranaze rîsk li ser heye. Problemên norolojîk ên Surgut hene û her wiha enfeksiyona roviyan jî pê re heye.

Masûlkeyên Ramazan Imîr jî dihelin, li bara deng û bêhnê pir hesas bûye, dilê wî dixele, sergêjînek tênê û bi rehetî nikare raze û bi zehmetî dibîne. Îmir jî tevahiya rojê piranî li nav nivînan e.

Çalakgerê bi navê Ayvan Ece jî masûlkeyên wî dihelin, dilê wî dixele, rajena wî dikeve û li bara deng pir hesas bûye. Guhê Ece enfeksiyonê girtiye û piranî li nav nivînan e.

BI ZORÊ HILMÊ DISTÎNE

Çalakger Mehmet Nîmet Sevîm jî rewşa wî ne baş e û yek ji çalakgerê ku herî fikara wî tê kirin Sevîm e. Sevîm jî masûlkeyên wî dihelin, li bara bêhnê hesas bûye, dilê wî dixele, konsantreya wî ne baş e, pergala wî ya hêrisê ziyan gihayê.

Nexweşiya kezeba reş û spî bi Sevîm re heye û bi oksîmetreyê diyar bû ku rêjeya wî ya oksîjenê kêm e. Her wiha Sevîm li deverên girtî bi zorê hilmê distîne.

Çalakgerê ji Rojhilatê Kurdistanê Muhammed Ghaderîde jî serê wî gêj dibe, dilê wî dixele, masûlkeyên wî diêşin û ji ber sedema hin problemên hêrisê rîsk li ser heye.

BI TAYBETÎ HELÎNA MASÛLKETAN FIKARAN ÇÊDIKIN

Li gorî nirxandina Dr. Fahrettîn Gulşe got her çendî di roja 65'an de hin sepmtom her çendî normal bin jî helîna masûlkeyan cihê fikaran e. Gulşen diyar kir telafiya şewitandina masûleyan nîne û got di rojên pêş de dibe ku rewşa tendiristiyê ya çalakgeran dibe ku xirabtir bibe.

'PEYWIRA ME DOKTORAN E KU EM HIŞYARIYAN BIDIN'

Dr. Gulşen diyar kir hemû rîskên ku niha çalakger dijîn û dibe ku bijîn ji çalakgeran re divê ew ragihîne û got, ''Lê dibêjin, 'heta ku em encamê bistînin em ê çalakiya xwe bidomînin''. Helbet ev rewş jî fikaran bi mirov re çêdike lê divê em hurmetê ji vîna çalakgeran re nîşan bidin.''

'HELWESTA KOR-KER-LAL CIHÊ FIKARAN E'

Dr. Gulşen bang li rêxistinên doktoran bi taybetî Rêxistina Doktoran a Sînornenas (MSF) kir û got, "Zêdeyî 2 meh in ev mirov li vir in. Bêguman doktorên din jî dikarin bên û rewşa wan kontrol bikin.

Dr. Gulşen ji çapemeniya Ewropayê jî xwest ku bêdeng nemîne û diyar kir, helwesta 'kor-lal-ker' a li pêşberî daxwazên însanî yên çalakgeran, cihê fikaran e. Dr. Gulşen got, "Ji aliyê însanî ve pirsgirêkeke cidî ye û her roj dihelin." Dr. Gulşen xemsariya li pêşberî jiyana çalakgeran rexne kir.

SIBE: Di nava du mehan de kê, kîjan saziyan piştgirî dan? Karên dîplomatîk di kîjan astê de ne? Peyamên çalakgeran...