Berxwedana li ser sînor du meh li dû xwe hişt
Berxwedana li ser sînor du meh li dû xwe hişt
Berxwedana li ser sînor du meh li dû xwe hişt
Li gel berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, li ser sînor jî li gel êrîş û zextên dewleta Tirk ev du meh in berxwedanek bênavber tê meşandin. Berxwedana li ser sînor veguheriye çeperek ji berxwedana li Kobanê û li gundên nobed lê tên girtin, jiyaneke nû tê hûnandin.
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, nobeda berxwedanê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê hat destpêkirin, du meh li dû xwe hişt. Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê ji aliyê bi sedan kesî ve, bi biryardarî dewam dike.
Girseya gel a li hemberî komkujiyeke gengaz a li Kobanê hat ser sînor, di 19'ê Îlonê de li gundê Oxan ê 23 kîlometre li rojhilatê navenda bajarê Kobanê ye, kon veda û dest bi çalakiya nobedê kir. Lê belê konên nobedaran nîvê şevê rastî destwerdana tund a leşker û polîsan hatin û hatin valakirin. Li gel destwerdanê jî bi hezaran welatiyên hatin ser sînor, vê carê xwe bêtir nêzî navenda Kobanê kirin û li gundê Etmanekê konên xwe yên nobedê vedan. Bi herikîna bi hezaran mirovên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, çalakiya nobedê li qada ji 30 kîlometreyî belav bû.
Çalakî, piştî ku êrîş û pevçûn li navenda bajêr destpê kirin, derbasî gundên Mehser û Miseynterê bû. Çalakiya li van gundan ev du meh in, ji aliyê bi sedan kesên ji ol û gelên cuda yên ji Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û ji derveyî welat ve, bênavber tê meşandin.
KANTONÊN LI SER SÎNOR
Li her du gundên çalakiya nobedê lê dewam dike, jiyanek komunal hat avakirin û şêniyên gund jî tevlî vê jiyanê dibin. Navê Arîn Mîrxan û Suhpî Nejat Agirnasli yên di berxwedana li Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li kolanên gundê Miseynterê hat kirin, li dîwarên malên gund jî ji bo berxwedana Kobanê dirûşme tên nivîsandin. Her wiha li gundê Mehserê welatiyan bi navê Kantonên Amed û Cizîrê qad ava kirine û li van qadan kar û barên pêwîst dimeşînin.
Welatiyên ku derfetên wan ê şopandina bûyeran zêde nîne, li dû paqijiyê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat ji destê kedkarên çapemeniya azad werdigirin û li goşeyekê rojnameyan dixwînin.
Banê mizgefta Mehserê, yek ji cihên sereke ye ku mirov ji bo şopandina bi dûrbînê diçin ser. Hin welatî carna bi saetan li ser wî banî dimînin û mîna fermandarekî li eniya şer bi dûrbîna xwe rewşa li Kobanê dişopînê.
RÛYÊ DAYIKAN HER TIM LI KOBANÊ YE
Di nav berxwedêrên nobedê de girseya herî zêde bêguman dayik in. Dayikên ji bajarên cuda yên Kurdistanê hatine, berê wan her tim li Kobanê ye. Ji ber ku di nav refên YPG/YPJ'ê de zarokên dayikan hene û hemû şervanên YPG/YPJ'ê weke zarokên xwe dibînin, berê dayikan di her kêliyê de li Kobanê ye.
Hin welatî hene ku ji roja destpêkê ve li ser sînor in. Hin dayik û ciwanên ji Antalya, Amed, Şirnex û Çewlikê hatine, ji roja destpekê ve di çalakiya nobedê ya li ser sînor de cih digirin.
HETA KOBANÊ AZAD NEBE, SÎNOR NAYÊ VALAKIRIN
Berxwedêrên li ser sînor bi biryar in ku heta Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê neyê paqijkirin ew ê ji ser sînor neçin. Welatiyekî li ser sînor di berxwedanê de ye, sînor weke "çepera çaremîn" dinirxîne û destnîşan dike ku ev sînor di heman demê de parçeyek ji berxwedana Kobanê ye, heta Kobanê azad nebe, ew ê ji vir neçin.