Tûzak 38 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyê bi navê Mûstafa Tûzak 38 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Tûzak ê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 38 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Tûzak bi rêk û pêk ji aliyê doktorên Elman û Kurd ve tê kontrolkirin. Serdanên ji bo Tûzak dewam dikin.

Însiyatîfa Gel a Kurecîkê, alîgirên AGÎF'ê û bi dehan Kurdistaniyan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê serdana Tûzak kirin.

Kesên serdana Tûzak kirin, piştgirî dan berxwedana grevên birçîbûnê. Tûzak jî diyar kir, heta ku encamekê bi dest bixe wê çalakiya xwe bidomîne.