Berxwedana girtiyan di roja 93’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîbûna binpêkirinên mafan a li girtiyan ku 27’ê Mijdara 2020’ê dabûn destpêkirin, di roja 93’an de ye.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 19’emîn dewr girtiye di roja 93’yemîn de dewam dike.

MEXMÛR

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 72’yemîn de didome.

YEWNANISTAN

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 55'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.