Berxwedana bêsînor di roja 75. de ye: Berxwedan me germ dike
Berxwedana bêsînor di roja 75. de ye: Berxwedan me germ dike
Berxwedana bêsînor di roja 75. de ye: Berxwedan me germ dike
Berxwedana azadiyê ya YPG û YPJ'ê ket roja 75'an, li ser xeta erdnîgariya Kurdistanê ji hev parçe kiriye kiriye jî, çalakiya nobedê çepereke din a berxwedanê afirandiye. Gelê ku tevî hewa sar û baranê çalakiya xwe dewam dike dibêje, "Berxwedana Kobanê me germ dike" û bang li gelan kir, ku heta azadiya Kobanê berxwedanê mezin bike.
Berxwedana YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê di roja 75. de, çalakiya nobedê ya li ser sînor jî li gel hewa sar û baranê, bênavber dewam dike.
'BERXWEDANA ZAROKAN'
Li gundên Mehser û Miseynterê ku li aliyekî çalakiya nobedê dewam li aliyê din jî hewl tê dayîn modela jiyana azad a li Rojava bê meşandin, berxwedan li her qada jiyanê belav bûye. Di têkiliya jin û mêr de têkiliya hêzê ji holê rabûye, xwarin, paqijî û karê perwerdeyê ji aliyê jin û mêran ve bi awayekî wekhev tên meşandin. Ji bilî saetên çalakiyê, di meclîsên biçûk de Kobanê tê nirxandin. Hin ji çalakgeran jî bi dûrbînê li "berxwedana zarokên xwe" temaşe dikin.
'DI HEWA SAR DE BERXWEDAN ME GERM DIKE'
Dîno Bûdak ê 60 salî yê ji Şirnexê hatiye tevlî berxwedanê bûye, ev 50 roj in nobedê digire. Bûdak dibêje "çûyîna ji vir wijdanê min rehet nake" û destnîşan dike ku heta berxwedana Kobanê bi ser bikeve, ew ê li ser xeta sînor be. Bûdak diyar kir ku bi hatina zivistanê re hewa sar bûye, lê belê ev yek bandorê li berxwedana wan nake û got, "Sar be jî, berxwedana li Kobanê me germ dike" û bang li gel dike ku berxwedana li ser sînor xurttir bike.
'EGER PÊWÎST BE HETA DAWIYA EMRÊ XWE EZ Ê LI BER XWE BIDIM'
Ramazan Yanar ê ji Şirnexê tevlî nobeda berxwedanê bûye, ev 45 roj in ji bo Kobanê li ser sînor e. Yanar ku ji bo li Kobanê temaşe bike dûrbîn her di destê wî de ye got, "Eger pêwîstî pê hebe ez ê heta dawiya emrê xwe li vir bimînim." Yanar ragihand ku berf be, sar be, zivistan be jî ew ê heta azadiya Kobanê berxwedana xwe dewam bikin û got, "Divê her kes bê vê derê, destekê bide berxwedanê."
'JI BO BERXWEDANA ZAROKÊN XWE EM LI VIR IN'
Yek ji berxwedêrê demdirêj ê nobeda berxwedanê Suleyman Çelîk ê ji Stenbolê hatiye. Çelîk bi gotina "Li pêşberî berxwedana mezin a li Kobanê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim" dest bi axaftina xwe kir û berxwedêrên li Kobanê weke "Zarokên me" bi nav kir. Çelîk got, "Eger zarokên me şehîd bikevin, em ê zarokên xwe yên nû bişînin şûna wan. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin." Çelîk da zanîn ku heta Kobanê azad nebe ew ê ji ser sînor neçe ti cihî û bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê kir, ku li ser xeta sînor bi Kobanê re bibin yek.
'SAR BE JÎ BILA ZAROKÊN ME YÊN BERXWEDÊR HÊZÊ JI ME BIGIRIN'
Mekiye Girtî ya xwe weke "Ez dayika şervanên berxwedana Kobanê me" dide naskirin, ev meheke li ser sînor e. Girtî çeteyên DAIŞ'ê yên bi navê Îslamê bi êrîşên hovane qirkirinê dike, lanet kir û got, "Misilmantiya rastîn, di berxwedana Kobanê de, di berxwedana Kobanê ya şeref, biratî û rûmetê de ye." Girtî anî ziman ku tevî hewa sar jî, ji bo berxwedêrên Kobanê ji wan hêzê bigirin, ew çalakiya xwe dewam dikin û bi dirûşma "Bijî Berwedana YPG û YPJ'ê" berxwedêrên Kobanê silav kir.