Berxwedan ji aşiqan re bû îlham
Berxwedan ji aşiqan re bû îlham
Berxwedan ji aşiqan re bû îlham
Keleha Berxwedanê Kobanê, ji aşiqan (dengbêj) re bû îlham. Aşiq Kul Cemalî bi gotina "Kobanê bajarê lehengan" stran û helbestên xwe yên ji bo YPG/YPJ'yiyan nivîsandiye, li ser sînorê Pirsûsê di çalakiya nobedê de bi berxwedêran re parve dike.
Li Kobanê berxwedana dîrokî ya YPG/YPJ'ê û li ser xetê jî nobeda berxwedanê ya piştevaniyê dewam dike. Gundê Mehserê cihê çalakiya nobedê, her roj ji mêvanên nû re mêvandariyê dike. Aşiq Kul Cemalî yê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Şengal û Kobanê ji bo Şengal û Kobanê helbest nivîsand, ji bo van helbest û stranên xwe bêje û bistirê hat gundê Mehserê. Aqiş Kul Cemalî bi gotina "Kobanê bajarê lehengan" dest bi vegotina berhemên xwe dike.
Aşiq Kul Cemalî yê xwediyê du pirtûkên helbestan ên bi navê "Sevda Pinari û Gonul Kervani" ye, li ser sînor berê xwe da Kobanê û bi stranan, berxwedana Kobanê silav kir.