Berxwedan azad dike

Kardo Bokanî yê ji Rojhilatê Kurdistanê yê ku li Strasboûrgê 149 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku divê pêngava dayikan were xurtkirin. Çalakger Mûhammed Ghaderî jî diyar kir ku çalakiya wan li Rojhilatê Kurdistanê deng vedaye.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakger Kardo Bokanî û Mûhammed Ghaderî çalakiyên heyî nirxandin.

Bokanî got ku “Her gava ku dayikan pêşengî jê re kirine, gihiştiye serkeftinê û vê serhildana li Kurdistanê divê hêzê bide me.”

2 çalakgerên ji Rojhilatê Kurdistanê Kardo Bokanî û Mûhammed Ghaderî diyar kirin ku ji bo tecrîd were rakirin wan dest bi berxwedanê kirine û derbarê hevdîtina li Îmraliyê jî fikrên xwe diyar kirin.

Çalakger Kardo Bokanî diyar kir ku bi moralekî mezin ew çalakiya xwe didomînin û got ku “Roj bi roj çalakî geş dibe. Vê çalakiyê di warê dîplomasiya navneteweyî de bandoreke mezin ava kir. Herî dawîn li Parlementoya Brîtanyayê dengê me hate bihîstin. Ev jî diyar dike ku li ser dewleta Tirk zextên mezin heye. Lê ev têr nake. Em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin. Ji bo vê jî em amade ne ku berdêlê bidin. A niha rojiyên mirinê di asteke krîtîk de ye û divê gelê me vê serhildanê geş bikin a ku dayik pêşengiya wê dikin. Vê gava dayikan gihiştiye serkeftinê û divê em vê serhildana li Kurdistanê xurt bikin. Heke em vê pêngavê xurt bikin em dikarin Rêbertî, Kurdistan û nasnameya xwe azad bikin.”

ÇALAKIYÊ BANDORA XWE LI ROJHILAT KIR

Mûhammed Ghaderî jî diyar kir ku wî ji hevdîtina li Îmraliyê moralekî baş stendiye û piştî hevdîtinê ew ji nav nivînan derketiye.

Ghaderî diyar kir ku bi berxwedanê re Rêbertî û Kurdistan dikarin were azadkirin û got ku “Çalakiyên me li Rojhilatê Kurdistanê deng veda. Li girtîgehên Îranê jî hevalên me çalakî li dar xistin. Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj bi pêş dikeve. Lê tişta ji bo welatekî azad pêwist, yekîtî ye. Divê em mil bidin hev û têkoşînê geş bikin.”

JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA