'Bersûcên' Doza Geziyê beraet kirin

Di rûniştina Doza Gezî de bersûcan hemûyan beraet kirin. Ji bo Osman Kavala yê girtî jî biryara berdanê hate dayin.

Di rûniştina doza Gezî de ku bi salan e bi rengekî nehiqûqî didome, biryara beraetê û berdanê hate dayin.

Rûniştina dozê ku 16 bersûc lê tên darizandin, li 30'emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Girtîgeha Sîlîvriyê pêk hat.

Tevî gelek heyetên ji welat û derveyî welat, parlamenterên HDP'ê û CHP'ê, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, malbata Berkîn Elvan ku di dema berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hate kuştin, di rûniştinê de amade bûn.

Dozger xwest ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li Osman Kavala, Yîgît Aksakoglû û Mucella Yapici bê birîn. Her wiha xwest ji 15 salan heta 20 salan cezayê girtîgehê li 6 bersûcên bê birîn.

Piştî ku parêzer axivîn, li ber dozger rabûn û piştre parastina Osman Kavala dest pê kir.

Kavala ku 840 roj in girtî ye bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana wî û got, "Di gilînameyê de belgeyeke ku mirovan qanih bike nîne."

Heyeta dadgehê jî li ser beraata bersûcan hemûyan biryar da. Di dozê de yekane bersûcê girtî Osman Kavala ye. Ji ber ku der barê wî de hukmekî din ê ji sûcekî cuda nîne, biryar hate dayin ku ew jî bê berdan.

Her wiha biryar hate dayin ku dosyaya bersûcên li derveyî welat bê veqetandin.