Bersûcê kuştina Medenî Yildirim hat berdan
Leşker Adem Çîftçî, ku weke bersûcê kuştina Medenî Yildirim dihat darizandin, hat berdan.
Leşker Adem Çîftçî, ku weke bersûcê kuştina Medenî Yildirim dihat darizandin, hat berdan.
Li navçeya Licê ya Amedê, di çalakiya protestoyî ya sala 2013'an de, ku li dijî çêkirina qereqolê hate lidarxistin, ji ber guleya ji qereqolê hat teqandin, ciwanê Kurd Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê leşkerê bi navê Adem Çîftçî weke sûcdarê kuştina Yildirim hat girtin û darizandin. Lê belê di rûniştina 6. a dozê de ku li 7. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, Çîftçî hat berdan.