"Berpirsyariya her tiştî deshilatdariya siyasî ye"
"Berpirsyariya her tiştî deshilatdariya siyasî ye"
"Berpirsyariya her tiştî deshilatdariya siyasî ye"
Platforma PiştgiriyaTaksimê têkildarî destwerdana polîsan a Paraa Geziyê ku doh pêk hat daxuyanî da û anî ziman ku ji hemû bûyeran deshilatdariya siyasî berpirsiyar e. Platformê anî ziman ku ji her aliyê Stenbolê bi 10 hezaran kes dimeşe Taksimê, ne pêkan e ev meşa gel bê astengkirin.
Platforma Piştgiriya Taksimê têkildarî destwerdana polîsan a doh li Parqa Geziyê pêk hat daxuyaniyek nivîskî da. Platformê anî ziman ku ji hemû bûyeran deshilatdariya siyasî berpirsiyar e û wiha got: "Ji her aliyê Stenbolê bi 10 hezaran kes dimeşe Taksimê û ne pêkan e ev meşa gel bê astengkirin. Em destwerdana li hemberî çalakiyên Parqa Geziyê şermezar dikin. Li dijî welatiyên ku di navde zarok, mezin, kal û pîr jî hebûn polîsan bi guleyên plastîk, bombeyên gazê, bombeyên deng û ava şid destwerdan kiriye. Ev sûcê mirovahiyê ye. Doh di saetên êvarî de bûyerên ku li Parqa Geziyê dest pê kir û li hemû welat belav bû dîsa rastî êrîşa hişk ya polîsan hat. Di şertên şer de jî ev êrîş pêk nayê. Ev tundî pêk nayê. Li Parqê û Odela Divanê jî êrîşî kesên revîran ji kirin. Li Stenbolê û çar aliyê welat gelê me van êrîşên polîsan şermezar dike û ev êrîşên polîsan nayê qebûlkirin. Daxuyaniyên Waliyê Stenbolê Huseyin Avnî Mutlu u Midûrê Polîsan ne raste e û gel dixapîne. Hêjmara birîndaran gelek zêdetir e. Bi dehan birîndarên bi guleyên plastîkê birîndar bûne û nikarin biçin nexweşxaneyê. Dema axaftinên li hevhatinê dihatin kirin polîsan êrîşî komê kiriye. Di destwerdanê de niyeta Serokwezîr Erdogan tê zanîn. Dixwaze di nava civakê de dijberiyekê ava bike û du aliyan bîne hemberî hev.