Berpirsiyariya kesê got '400 wekîlan bidin bila ev kar hel bibe' çiye?

1’emîn rûniştina doza 100 kesên di êrîşa DAIŞ'ê ya li Enqereyê de hatin qetilkirin, li 4. Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Parêzera îdîaname red kir û got: "Wê berpirsiyariya kesê got '400 wekîlan bidin min bila ev kar hel bibe' çi bibe?"

Yekemîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê ku DAIŞ'ê li dijî mîtînga Aştiyê ya Platforma Kedê pêk anî û zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji di dest dan li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di rûniştina dozê de parêzerên muştekî xizmên muştekiyan û bersûc amade bûn. Ji ber salon biçûk bû, 10 û 11'emîn Dadgehên Cezayên Giran kirin yek û rûniştina dozê hat dîtin. Bersûc Îbrahim Halil Akçay, Resul Demîr, Huseyin Tunç, Mehmedin Baraç, Nihat Urkmez, Hakan Şahin, Yakup Şahin, Yakup Karaoglu, Metîn Akaltin, Erman Ekici, Burak Ormanoglu û Haci Ali Durmaz anîn salona dadgehê. Bersûc Abdulhamit Demîr, Abdulhamit Boz û Talha Guneş jî li Girtîgeha Dîlokê bi riya SEGBÝS'ê beşdarî rûniştinê bûn. Di destpêka rûniştinê de tespîta nasnameyan hat kirin. Piştre îdîaname hat xwendin. Lê di îdîanameyê de berpirsiyara rayedarên dewletê cih negirt. Piştî xwendina îdîanameyê xizm û parêzerên muştekî (kuştî) axivîn û parastin kirin. Parêzeran diyar kirin ku îddîanameyê de rol û rista rayedarên dewletê tune ye û komkujî di tariyê de tê hiştin. Parêzeran diyar kirin ku îddîaname têr nake û ew vê îddîanameyê qebûl nakin. Prz Îlke Işik, anî ziman ku kesê got ‘400 vekilan bidin min û bila ev pirsgirêk çareser bibe' wê berpirsiyariya wan çi bibe. Prz. Işik, anî ziman ku pêwiste rayedarên dewletê jî wekî bersûc di nava vê îdîanameyê de cih bigirin û wiha got: "Me xwest heyeta dadgehê vê îdîanameyê paşve vegerîne. Lê heyeta dadgehê ev daxwaza me red kir. Berpirsiyarê komkujiyê kî ye? Gelo tenê ev bersûcên li vir berpirsiyar in? Kesê got '400 vekilan bidin bila ev kar hal bibe wê çi bibe. Kesê got ‘Piştî 7'ê Hezîranê gel kaos hilbijart. Piştî 10'ê cotmehê dengê me zêde bû. wê berpirsiyariya wan çibe."

IŞIK: LI GEL 62 ÎSTÎXBARATAN TEDBÎR NEGIRTIN

Prz. Işik dema parastin kir rastî êrîşa devkî ya parêzerê bersûcan hat. Dema parêzerên muştekî bertekên xwe anîn ziman leşker û polîsan ketin nava tevgerê. Işik, destnîşan kirin ku li gel 62 delil û îstîxbaratan rayedaran çav ji bersûc û êrîşê re girtin. Berpirsiyara îstîxbaratê wê çibe. Me piştî 10'ê Cotmehê got kujeran ronî bikin. Lê li şûna ronî bikin li Dîlokê di dawetê de komkujî pêk anîn. Ev çawa rêxistine ku di 1.5 salê de 5 komkujiyan pêk tîne. Hemû jî ji heman hucreyê pêk tên. Ev bi darizandina 36 bersûcan bi encam nabe. Divê hemû faîl bên ronikirin û darizandin. Ger ku mala hucreyê ya dîlokê bihata ronîkirin. Maşîna hat Enqereyê bihata rawestandin wê ev komkujî pêk nehata û ev rûniştin wê li vir pêk nehata. Heta hemû bersûc bên darizandin û cezakirin em wê têbikoşin. Ger ku dewletê tedbîr girtibûya wê komkujiya 5'ê Hezîranê pêk nehata. Piştî 10'ê Cotmehê Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu got dengê me zêde bûn. Lê li gel îktîdara siyasî berpirsiyara vê yekê ye jî dîsa ji vê dozê muaf tê girtin. "

ÇAVÊ XWE JI KOMKUJIYÊ RE GIRTIN

Prz. Tonguç Cankurt jî anî ziman ku dewletê çavê xwe girtin û Yunus Durmaz û Îlhami Ballî negirtin. Cankurt, da zanîn ku dewletê hem mudaxaleyî van rêxistinan nekir û hem jî çavê xwe ji bersûcan re girt. Cankurdt destnîşan kir ku li gel dewlet cihê van komeleyan û rêxistinan zane jî dîsa endamên vê rêxistinê li Dilokê bi hêsanî tev digere û wiha got: "Malbatan serî li dozgeriyê dan û diyar kirin ku zarokên wan ji aliyê DAÝŞ'ê ve hatine qetilkirin. Lê heta niha tu lêpirsîn nehatiye kirin. Serokwezîrê vê dewletê jî got 'Di destê me de lîste heye. Heta ku xwe neteqînin em nikarin tevbigerin. Dewletê daxuyaniyên ku piştgiriyê dide DAÝŞ’ê dan. Di îddîanameyê de çavkaniyên pereyan jî derbas dibin. Di navbera dewletê û DAIŞ'ê de bazirganiya petrolê heye. "

Parêzera muştekiyan Oya Aydin jî îdaname rexne kir û anî ziman ku wan tu îddîaname nedîtiye. Aydin, da zanîn ku ev îddîaneme weke senaryo hatiye nivîsandin û wiha got: "Tenê notên di kompîtûra Yunus Durmaz de danîne pêş me. Lê ji bilî vê yekê me qeydên telsîzê xwestin. me qeytên mobese xwestin. Lê dozgeriyê ev daxwaza me pêk neanî. Der barê dosyayê de biryara veşartinê da. Ser komkujiyê reş kir û girt. Piştî komkujiyê ji bo mîna xwînê bang li malbata bombekar Alagoz kirin. Ev jî nîşan dide ku berê bombekar nas dikin. Hemû delîl û belge diyar in. lê ser bûyerê vediyêrin. Balkêş e dema bombekar H. Îbrahim Durgun xwe teqand tişt bi kesên li malê nehatiye. Dîsa li gel ku hemû kes Yunus Durmaz ê xwe teqand nas dikin jî kes wî li Dîlokê nabînin. Ji ber vê yekê rastî hatine veşartin. Gelek delîl û belge hatin veşartin û tarîkirin. Ser gelek rastiyan hat veşartin. Balkêş e Hakan Şahîn di 14'ê Cotmehê de hat binçavkirin, lê îfadeya wî di 16'ê Cotmehê de tê girtin. Navnîşana ku Şahin da polîsan di 15'ê Cotmehê de tê valakirin. Çima ev mal hatin valakirin. Ger ku qeytên telefonan ên HTS'ê baş bê lêkolînkirin agahî hene. Lê ev qeyd jî nehatine lêkolînkirin.

Em dixwazin qeydên HTS'ê yên endamên DAÎŞ'ê ku xwe li Dîlokê teqandin bînin dadgehê û bên guhdarkirin. "

Doz li ser daxwaza parêzerê muştekî dewam dike.