Bernameyên Hefteya Têkoşîna li dijî Windayan a Navnetewî destpê kir

Bernameyên Hefteya Têkoşîna li dijî Windayan a Navnetewî destpê kir

Nûnertiya ICAD'ê ya Tirkiyeyê bi çalakiya bi slogana "Kesên winda kirin dê winda bikin" starta bernameyên Hefteya Têkoşîna li dijî Windayan a Navneteweyî da.

Nûnertiya Komîteya li Hemberî Windayên di Binçavan a Navneweyî (ICAD) a Tirkiyeyê bi çalakiya rûniştinê ya li Qada Galatasarayê li dar xist starta bernameya Hefteyê da. Di çalakiya rûniştinê de wêneyên kesên hatin windakirin û pankrata "Stop disappearances /windahiyan rawestînin" hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de sloganên "Kesên windakirin dê winda bikin", "Qatil dewlet dê hesabê bide", "Windayan ji bîrneke û nede jibîrkirin" û "Mehmet Agar dê hesabê bide" hatin qîrkirin. Nûnera ICAD'ê ya Tirkiyeyê Ayşe Yilmaz daxuyanî xwend. Yilmaz diyar kir ku, HefteyaTêkoşîna Bi Windayan a Navneteweyî ya di 17-31'ê gulan de di 1'emîn Komxebata Windayên Binçavkirinê ya Navneteweyî ya di sala 1996'an de di 17-19 gulanê pêk hat ji aliyê ICAD'ê ve hate îlankirin.

Yilmaz bal kişand ser têkoşîna Dayîkên Şemiyê yên 18 salin her hefte bi wêneyên kesên hatin windakirin li Qada Galatasarayê çalakiyan li dar dixin û wiha got: "Di sala 1995'an de Hasan Ocak ê ku li hemberî dewlet faşîst têkoşîn dida ji aliyê polîsan ve hate revandin û hate binçavkirin. Rêheval û malbata Hasan Ocak bi têkoşînekî bi bandor gihiştin cenazeyê Hasan Ocak. Bi vê têkoşînê dewlet li ser sûc hate girtin û hate teşhîrkirin."

Yilmaz anî ziman ku, çalakiya Dayîkên Şemiyê di hefteya 420'an de ye. Yilmaz da zanîn ku, li bajarên weke Amed, Cizîr û Êlihê ji bi daxwaza aqubeta windayan bê dîtin û kiryar bên darizandin çalakî pêk tên. Yilmaz bilêv kir ku di salên 1990'an de herî zêde windahî pêk hatin û rayedarên dewletê yên wê demê Tansu Çîller, Mehmet Agar, Suleyman Demîrel 748 kes winda kirin û sûç kirin û wiha got: "Hikûmet guherîn lê helwesta dewletê nehate guherîn. Ligel hinek kesên weke Ayhan Çarkin sûçên xwe îtîraf jî kirin nehate guherîn."

Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî wiha got: "Di binçavan de windakirin polîtîkayên rejîmên paşvemayî ye. Hefteya Windayan bal kişand ser van polîtîkayan. Li Arjantînê kesên sûcê windahiyê kirin hatin aşkerakirin û hatin cezakirin." Dayîka Murat Yildiz ê ku di sala 1995'an de di binçavan de hate windakirin Hanîfe Yildiz jî diyar kir ku, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan xizmên windayan li ber çavan negirt.