Bernameya çalakiya nobetê ya serêkaniyê zelal bû

Bernameya çalakiya nobetê ya serêkaniyê zelal bû

Bernameya çalakiya piştevaniyê ya bi Rojava re ku dê bi tevlibûna  hezaran kesî li Serêkaniyê ya Rihayê pêk were, zelal bû. Piştî meşê dê nobeta aştiyê bê girtin. Di 4’ê Tebaxê de li Serêkaniyê meşeke girseyî dê pêk were û her wiha di 5 û 6’ê Tebaxê de jî çalakiya nobetê dê pêk were, di 7’ê Tebaxê de dê bidawî be.

Bi pêşnegiya KCD, BDP, DOKH û Meclisa Ciwanan û gelek rêxistinên civaka sivîl li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê dê meş pêk were. Bernameya çalakiyan bi berfirehî zelal bû. Di 4’ê Tebaxê de li Serêkaniyê dê meşeke girseyî Pêk were û di 5 û 6’an de çalakiya nobetê û di 7’ê tebaxê de jî bi dawî be.

Ji bo piştgiriya lojîstik û derbasbûna çeteyan a ji Tirkiyeyê bê astenkirin dê bi çalakiyan bê protestokirin û peyam piştevaniyê dê bê dayîn.

Di çavçoveya vê de di 4’ê Tebaxê de saet di 17.00’an de li Parqa Fîdan 3 ya Serêkaniyê gel bicive. Ji vir heta Dortyol dê bimeşe. Piştî meşê dê li Parqa Fîdan 3 kon bên vedan û çalakiya aştiyê bê destpêkirin.

Di 5’ê tebaxê de jî ji Mêrdîn, Amed, Şirnex, Dêrsîm, Çewlîk, Elezîz, Sêrt, Bedlîs, Wan û Muşê  saet di 12’an de gel bikevin rê. Li vir dê çalakiya nobetê ya dewrî bê kirin. Di 6’ê Tebaxê de jî ji Mersîn, Edene, Dîlok û Semsurê bi girseyî bikevin rê û çalakiya nobetê ya şevekê dewr bigire.

Welatiyên ji Amedê dixwazin tevli çalakiya Serêknaiyê bibin di 5’ê tebaxê de saet di 09.00’an de li ber avahiya BDP’a Amedê divê kom bibin.