Berlînê peymaneke nû bi dîktator Erdogan re mohr kir

Di demekê de ku li Tirkiyeyê kiryarên giran ên faşîst rû daye, şîrketa Elman Siemensê bi Rêyên Hesinî yên Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) re peymanek ji 2 milyar lîreyî îmze kir.

Fîrma Elman Siemens, di îhaleya trena zû ya TCDD de pêşniyara herî 'guncaw' da. Siemensê ji bo deh trenên bi lez ên bi tîpa Valero, peymanek îmze kir. Berdêla vê peymanê jî 340 milyon Euro (1 milyar 700 milyon lîre) ye.

Ev peyman ne îhaleya destpêkê ye ku Siemensê wergirtiye. Siemensê herî dawî tevî konsorsiyuma Turkerler-Kalyonê peymanek li ser razemeniya tesîsa ba îmze kiribû. Îhale ji aliyê Wezareta Enerjiyê ve hatibû danîn û Siemensê di Tebaxa 2017'an de bi 1 milyar dolarî (4 milyar lîreyî) îhale bi dest xistibû.

Hikumet û şîrketên Elman, tevî nerazîbûnên zêde jî hevkariya xwe ya bi hikumeta Tirk re didomînin.