Berjewendiyên şîrketên dîsa derketin pêş

Kampanyaya îlanê ya ji bo welatiyên Elman ê ku rejîma Erdogan ew rehîn girtine werin berdan, dihate xwestin li Tirkiyê bikin, ji ber ku şîrketên Elman destek nedan, hate betalkirin.

Li gel rageşî û krîzên di navbera Berlîn-Enqerê de jî careke dî hate çespandin ku şîrketên mezin ên Elman naxwazin bi desthilatdariya Erdogan re ya dawî ji hev re bibêjin.

Mezintirîn organa medyayê ya Elmanya Axel Sprînger beriya bi demekê 30 şîrketên li borsayê tomarkirî anî cem hev û biryar dabû ku li Tirkiyê kampanyayekê pêk bîne.

Ji bo berdana Denîz Yucel ê ku di nav rehînên Erdogan de bû, her wiha xebatkarê Axel Sprîngerê û nûçegihanê  Dîe Weltê bû û her wiha ji bo welatiyên dî yên Elman ku girtî ne, armanc kiribû ku bi vê rêyê zextê li hikûmeta Erdogan bike.

Lê sponsorên ku di nav wan de Allîanz, BASF û Adidas jî hebûn, bi carekê re dev jê qeriyan. Li ser Axel Sprînger ku saziyên medyayê yên weke Bîld, Dîe Welt û N24 di nav xwe de vedihewîne diyar kirin wan dev ji îlanê berdane.

Şîrketê diyar kir ji şîrketên mezin ên li Tirkiyê, desteka sponsoriyê nedîtiye. Rêveberê Sprîngerê Edda Fels negot bê ka kîjan şîrket bi paş ve gav avêtiye, tenê diyar kir ku vê gavê kampanya dane rawestandin.

DI ÎLANÊ DE WÊ NAVÊ 30 ŞÎRKETÊN MEZIN HEBÛNA

Heftiya bihurî serokê desteya rêveber a Axel Sprîngerê Mathîas Dopfner ji bo serokê 30 şîrketên Endeksa Borsaya Yekbûyî ya Elman (DAX) nameyek lêkiribû. Dopfner ji bo ku tevlî kampanyaya îlanê ya di medyaya Tirk de bibin destek xwestibû.

Hatibû plankirin ku bankayên herî girîng ên Elman, şîrketên mezin ên sanayî, sîgortayê bi navê xwe û bi îmzeya serokên desteya rêveber di îlanê de hebin. Her wiha ji bo ku kampanya dest pê bike, şert hatibû danîn ji şîrketên ku bang li wan hatî kirin, ji nîvê wan zêdetir tevlê bibin.

Her wiha duh di raya giştî de diyar bûbû ku krîza di navbera du welatan de jê ziyan nedîtiye. Alîkarê Serokê Yekîtiya Sanayiya Elman Thomas Bauer ji çapemeniyê re axivî û got li gel rageşi di navbera Elman û Tirkiyê de jî di têkiliya wan a kar a rojane de tiştek neguheriye.

Li Tirkiyê niha 54 welatiyên Elman di girtîgehê de ne. Ji van 11 jê girtiyên siyasî ne, ango bi vê wateyê rejîma Erdogan a li dijî Elmanya rehîn girtine. Her wiha ji 15’ê Tîrmehê, hewldana darbeyê û wir ve ji 20 kesan zêdetir welatiyên Elman hatibûn binçavkirin, ji van hin jê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.