Beriya hilbijartinê li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin

Rejîma AKP’ê beriya hilbijartina zordest li Kurdistanê herêmên qedexe zêdetir kir. Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin.

Walîtiya Colemêrgê li navenda bajêr, Çelê, Şemzînan û Geverê 30 herêm ‘qada taybet a ewlekariyê’ îlan kir. Li gorî daxuyaniya walîtiyê ev herêm ji 24’ê Nîsanê heta 8’ê Gulanê ew ê qedexe bin.

Walîtiyê çalakiyên PKK’ê kir hinceta vê biryara xwe û got, “Ji ber van çalakiyan hemwelatiyê me ji mafên xwe yên aborî, civakî û gerê mehrûm dimînin.”

Di daxuyaniyê de nehate diyarkirin ku li van herêmên ku ji sivîlan re hatine girtin ew ê di warê aborî  û civakî de çi bên kirin û ew ê gel li van herêman mafê xwe yê gerê çawa bi kar bînin.