Beriya 15'ê Sibatê gelek kes hatin binçavkirin

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes hatin binçavkirin.

Rejîma AKP-MHP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî beriya 15'ê Sibatê zêdetir kir. Li Edene, Stenbol, Amed, Êlih, Şirnex, Wan û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin.

Bi operasyona ji Edeneyê hate birêvebirin, li Stenbol, Amed, Êlih, Şirnex û Wanê polîsên Tirk avêtin ser gelek malan, deriyên xaniyan şikandin, eşyayên li nava malan serûbin kirin û gelek kes binçavkirin. Binçavkirî birin Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.

STENBOL

Li Stenbolê, di serdegirtina malan de Serkan Bîlen, Mahmût Onyil, Sedat Tîmûroglû, Îhsan Tekîn û Hîcran Kaya hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Wekî din, dema girtina li binê çavan a 32 aktîvîstên HDK'ê yên 7'ê Sibatê hatin binçavkirin, bi 7 rojên din hate dirêjkirin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li Bornova, Çîglî û Karabaglarê. Di serdegirtinê de Hevserokê HDP'ê yê Navçey Ûrlayê Kerîm Kaya, rêvebera HDP'ê ya Îzmîrê Eylul Emek Kilinç, Mehmet Çetîn; Tûran Işik û Serap Atkan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Xwendekarekî li Elezîzê hate binçavkirin jî wê bînin Îzmîrê.

Dema girtina li binê çavan a 42 kesên li Îzmîrê beriya niha hatibûn binçavkirin, ji bo hefteyekê hate dirêjkirin.