Bêrîtan li Rûsyayê hate bibîranîn
Kurdên li Rûsyayê Gulna Karataş (Bêrîtan) bi bîr anîn.
Kurdên li Rûsyayê Gulna Karataş (Bêrîtan) bi bîr anîn.
Kurdên li Rûsyayê di salvegera şehîdbûnê de gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anîn.
Endama TJNK'ê Fatma Arîn, xîtabî Kurdên li hêwana LRZ'ê ya li bajarê Mîçûrînskê ya herêma Tambovê ya Rûsyayê kir, got Bêrîtan sembola berxwedan û têkoşîna mezin e. Arîn bi bîr xist ku Bêrîtan li dijî dijminên Kurdan û hevkarên wan PDK'ê heta bi guleya xwe dawî şer kiriye û şehîd bûye. Diyar kir ku li dijî teslîmiyet û îxanetê li ber xwe daye, ji bo ku hêsîr nekeve destan xwe ji zinaran avêtiye û bi lehengî şehîd Bûye. Arîn got ev çalakî berdewama xeta Besê û Zarîfe ye.