Berevajî Trûmp Swêd desteka xwe ya li kurtajê zêdetir kir
Alîkara Serokwezîrê Swêd û Wezîra Kişwerê Îsabella Lovîn duh diyar kir ku ew ê desta xwe ya li wan saziyên ku ji bo mafê kurtajê têdikoşin zêdetir bikin.
Alîkara Serokwezîrê Swêd û Wezîra Kişwerê Îsabella Lovîn duh diyar kir ku ew ê desta xwe ya li wan saziyên ku ji bo mafê kurtajê têdikoşin zêdetir bikin.
Alîkara Serokwezîrê Swêdê û Wezîra Kişwerê Îsaballe Lovîn ku heftiya borî bi mebesta ku tinazê xwe bi polîtîkayên Serokê DYE’yê Trûmp bikin li ser maseyekê civiyabûn û pêşnûmeya yasayê ya kişwerê îmze kiribûn, duh jî diyar kirin ku ew ê desteka xwe ya ji bo saziyên ku ji bo mafê kurtajê têdikoşin zêdetir bikin.
Lovîn di rojnameya Aftonbladet a Swêdê de nivîsî ku tîreja wê 800 hezar e û got, biryara rawestandina alîkariya ji bo saziyên ku ji bo mafê kurtajê têdikoşin biryareke reş e. Lovîn diyar kir biryaren bi vî rengî wê kurtajê kêmtir nekin lê jin ji bo kurtajê dikarin serî li rêbazên taloke bidin.
Lovîn diyar kir ji 1990’î ve di dema zarokanînê de hijmara jinên ku dimirin bi nîvî bûye û astengkirina kurtajê wê vê pêşketinê bixe rîskê û wiha got, ‘’Hê jî her roj 800 jin di dema ducaniyê de, dema ku zarokan tînin dimirin. Piraniya van li welatên hejar in. Pêdiviya van jinan ne bi kêmkirina alîkariyê lê bi zêdekirina alîkariyê heye.’’
Tê diyar kirin ku Swêdê wê alîkariya darayî ya ji bo UNFPA, UNAÎDS û Globala Fond a ku di vê qadê de xebatan dikin zêdetir bikin û tê gotin hikûmetên pêşverû yên Yekîtiya Ewropa jî ji bo destekdayina siyasî û aborî wê seferber bibin.
Lovîn diyar kir ji bo pêkanîna alîkariyê pêşî wê li Belçîka û Hollanda însîyatîveke nû ava bikin, armanc dikin ku bi Emerîkaya Latîn û welatên pêşverû yên Asya û Efrîka re tifaqê deynin û got Saziya Alîkariyay Derve ya Swêd, Sîda wê desteka xwe ya ji bo saziyên kurtajê û zêdebûnê zêdetir bike.