Berdevkê CHP’ê Tezcan: Hilbijartina Serokkomariyê ma tûra duyan

Berdevkê CHP’ê Bulent Tezcan li dijî encamên medyaya AKP’ê helwest nîşan da, got li gorî daneyên fermî yên YSK’ê hê nîvê sendoqan nehatine vekirin. Tezcan got li gorî daneyên destê wan hilbijartina Serokkomariyê maye tûra duyan.

Berdevkê CHP’ê Bulent Tezcan derbarê encamên hilbijartinê li Navenda Giştî ya CHP’ê ji kamerayan re axivî.

Tezcan got, ‘’Li ser rêjeyan hinek li ber dengê baranê direqisin. Bila kes ji xwe re necine nîskê. Hilbijartina Serokkomariyê maye tûra duyan. Bi rêjeyeke bilind xuya dike ku wê bimîne tûra duyan. Reqem vê dibêjin.’’

Tezcan bi domdarî got ‘’Li gorî Ajansa Anadoluyê 93.5 ji 100’î yên dengan hatine jimartin. Li gorî YSK’ê hê 50 ji 100’î nehatine jimartin. Di vê rewşê de peywirdarên me yên sendoqê seraqet girtekên bi îmzeya şil digire û li pergala partiyê bar dike. Em li gorî van em rewşê par ve dikin. Peywirdarên CHP’ê 18 milyon û 973 hezar û 242 deng li sîstemê bar kirine. Rêjeya Birêz Muharrem Înce 33,65, a Birêz Recep Tayyîp Erdogan 51,77 ji 100’î ye. Bi giştî 39 ji 100’î yên dengan vebûne û hê 40 milyon deng mane. Yanî hê ev qas deng nektine sîstemê rêjeya Erdogan 51,77 ji 100’î ye.’’

Tezcan got hê 110 hezar sendoq nehatine vekirin, bila kes xwe weke ku Serokkomar be ranegihîne.