Gotûbêjên li ser tenduristiya Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî ku li Berlînê tê dermankirin berdewam dikin. Îdîayên derbarê Talebanî de di çapemeniya cîhanê de derketin, ji aliyê Serokkomartiya Iraqê û rayedarên Başûrê Kurdistanê ve hate derewandin. Berdevka/ê nexweşxaneya Charité ya ku Talebanî lê tê dermankirin got ku ew nikarin tu daxuyaniyek derbarê rewşa tenduristiya Talebanî de bidin.
Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî roja 18’ê berfanbara 2012 li paytexta Iraq Bexdayê xwîn rijiya ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê, piştre ew 20’ê berfanbarê veguhestin Almanyayê û li nexweşxaneya Charité ya li Berlînê tê dermankirin.
Roja pêr, rojnameya Frensî Le Figaro angaştibû ku “mirina klînîk a Talebaniyê 79 salî pêk hatiye’. Buroya Serkkomartiya Iraqê vê nûçeyê derewand û hevsera Talebanî Hêro Îbrahîm Ehmed ji Berlînê vegeriya Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe, lê dê demekê din bê dermankirin.
Çavkaniyên Kurdan jî diyar dikin ku rewşa Talebanî ber bi başiyê ve diçe, lê tendudiristiya Talebanî di rojeva çapemeniya cîhanê de ye. Berdevkek ji nexweşxaneya Charité ji ajansa nûçeyan a Franse AFP’ê re axivî û diyar kir ku ew nikarin tu daxuyaniyek derbarê rewşa tenduristiya Talebanî de bidin.