Berastenga ku serokê terîqetê tecawizî wê kir, xwe kuşt

Serokê Komeleya Belavkirina Ilm ya Uzletê Alperen Sade ya ku nêzî cemaeta Îsmaîlaga ye, tecawizî berastenga bi navê E.D. kiribû. E.D piştre xwe kuşt.

Jina bi navê E.D. ku ji sedî 50 berastenga zîhnî ye û li Stenbolê djiya. E.D. rastî tecawiza serokê Komeleya Belavkirina Ilm ya Uzletê Alperen Sade hat. Têkildarî bûyerê li Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê ya Stenbolê doz hatibû vekirin û bûyer bi vê dosyayê re derket holê. Li gorî nûçeya Halk TV’yê; bûyer di 7’ê Adarê de pêk hat. Wê rojê bapîrê E.D.’yê neviya xwe danî dibistanê. Lê belê E.D.’yê ji peywirdarên dibistanê re got “Bêhna min teng dibe” û ji dibistanê derket. E.D., heta tesîseke civakî ya li nêzî dibistanê meşiya. Li vir ser bankekê rûnişt. Di wê navberê de kesek hate cem E.D. Li gorî dosyaya dozê ev kes Serokê Komeleya Belavkirina Ilm ya Uzletê Alperen Sade bû ku bi navê “Xoce Efendî Alî Riza Sade” bû. Ev komele jî nêzî Cemaeta Îsmaîlaga ye. 

Sade, ji astengdara zîhnî E.D. re got; “Tu dixwazî te li Tuzlayê hinek bigerînim?” Piştre jî E.D. li wesayîta xwe siwar kir û bir Tuzlayê. E.D. dema di wesayîtê de xwest telefonî bapîrê xwe bike lê Sade destûr neda. Li gorî îdiayê; Sade ji E.D. re got; “Ez ê te bikujim” û nehişt ew telefonî bapîrê xwe bike. Piştre jî bir mala xwe ya li Çekmekoyê. Sade, li malê mehra mela birî û piştre jî gelek caran tecawizî E.D. kir. Sade, bi şev saet derdora 01.00’an jina ciwan di bin pirekê danî û reviya. E.D. heta pêşdibistana lê dixebitiya meşiya. Dema mala xwe nedîtî jî heta serê sibehê li dibistanê ma. Mamosteya E.D. ya ku serê sibehê hatî dibistanê, agahî da malbata wê. 

E.D. bûyera bi serê wê hatî bi xwişka xwe re parve kir. Li ser vê yekê malbatê tavilê serî li emniyetê da. Piştî îfadeya E.D., polîsan bi pergala şopandina plakayan li qeydên MOBESE’yê nihêrt. Li ser vê yekê 10 roj piştre Alperen Sade hate destgîr kirin. Alperen Sade ji hêla Dadgeriya Cezayên Sulhê ve hate girtin. E.D. jî 15 roj piştî bûyerê anku di 23’yê Adarê de xwe ji qada çaremîn a apartmana ku tevî malbata xwe lê dijiya de xwe avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da. 

Çendek roj berê derheqê Alperen Sade de li Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê îdianame hate amadekirin.  Di îdianameyê de hat gotin ku Sade ji pirsgirêka zîhnî ya E.D. sûd girtiye û mehra mela birî ye û E.D. jî ev îstîsmar ranegirtiye û xwe kuştiye. 

Di îdianameyê de hat xwestin ku Sade ji ber sûcên “Ji bo îstîsmara zayendî gef xwariye û kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” û “Bi xistina lebatê êrişa zayendî” bê cezakirin. Hat destnîşankirin ku lêpirsîna têkildarî întîhara E.D. jî cuda tê domandin. Ji 3 salan heta 26,5 salan cezayê girtîgehê ji Sade re hate xwestin. 

Ev komele jî ji hêla Sade ve di sala 2020’an de hate avakirin. Hêj niha jî xebatên komeleyê didomin. Komele niha jî “perwerdehiyê” dide gelek zarokan. Ev komeleya ku girêdayî Cemazeta Îsmaîlaga ye, gelek caran ji bo serokê cemaetê Mahmût Ustaosmanoglû bernameyên xwendina Quranê li dar dixe.