Bender, atolye û fabrîqeyek hatin şewitandin

Însyatîfa Zarokên Agir ragihand ku benderek, kargehek û li Enqerê jî atolyayekî ya mobîlyeyan şewitandine.

Însyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekî nivîskî ragihan ku 12’ê Hezîranê li sê cihên cuda çalakî kirine.

Însyatîfê li ser çalakiyan ev agahî parve kir: “14’ê Hezîranê atolyeke xwedî nirxekî mezin a li navçeya Altindag a Enqerê hatiye şewitandin. Di şewatê de atolye bi temamî bêkêr bûye û şewitiye.

14’ê Hezîranê benderekî girêdayî xeta peravê ya li navçeya Ural a Îzmîrê hatiye şewitandin. Şewatê bi dehan wesayîtên agirvemirînê û helîkopterên xwestin agir vemirînin jî bi saetan dom kr.

14’ê Hezîranê fabrîqeyek ya girêdayî faşîstan a li navçeya Menemen a Îzmîrê ji aliyê însyatîfa me ve hatiye şewitandin û bûye xwelî.”