Belgesela 'Dengên ji bo Kobanê'
Belgesela 'Dengên ji bo Kobanê'
Belgesela 'Dengên ji bo Kobanê'
Yek ji ciwanên Tirkiyeyî Yusuf Atak ê li Swêdê hatiye dinyayê û mezin bûye, bi hevala xwe ya Dêrsimî Nesrîn Olmez re bi armanca desteka ji berxwedana Kobanê re ku çû Pirsûsê bi dilxwazan re roportaj kir û ev roportaj bi navê “Dengên ji bo Kobanê” weşand.
Atak, diyar kir ku berê jî ji bo tevlî zincîra mirovaiyê bibe çûye Pirsûsê û dema vegeriyaye Stenbolê ji bo pêşveçûnan li cihê wê bibîne, çûye Pirsûsê, fikiriyeke ku wê bi vî awayî hê zêdetir fêde bide û bi hevala xwe Nesrîn Olmez re çûye Pirsûsê.
Atak got, “Dema em çûn Pirsûsê me nîqaş kkir, bê em ê çawa hê baştir piştgiriyê bidin. Lê em negihiştin ti encamê. Me kesên tevlî çalakiyan dibin nas kirin. Di sohbetên xwe de me got ku divê zêdetir kesên dilxwaz bên Pirsûsê. Ji bo em bang li gel bikin jî me biryara çêkirina fîlmekî wiha girt” û diyar kir bi kameraya ku bi xwe re birine dest bi kar kirine.
Her du ciwanan di karê hefteyekê de ji 15 kesên ku di nav wan de Ewropî û xwedî pîşeyên cuda jî hene li ser girîngiya piştgiriya ji berxwedana Kobanê re pirs kirine.
Atak di dawiyê de bang li tevayî parêzvanên mafê mirovan kir ku biçin Pirsûsê û piştgiriyê bidin berxwedanê.