Bekçiyên ku destê wan hate xurtkirin li kesekî xistin

Guhertina qanûnî ya ku destê bekçiyan xurt dike û erkên berfireh dide wan li Komîsyona Karên Hundir a Meclîsê hate qebûlkirin. Bekçiyan li navçeya Fatîh a Stenbolê li kesekî xistin û ew bi hesinan bi kelepçe kirin.

Pêşniyar Qanûna Bekçiyên li Sûk û Taxan a ji 18 xalan, ku erkê dide bekçiyan ku karibin li nasnameyên mirovan bipirsin û çekê bi kar bînin, li Komîsyona Karên Hundirîn a Meclîsê hate qebûlkirin.

Nerazîbûn ali dijî vê yekê dewam dike. Di demeke wiha de li taxa Kocamûstafapaşa ya navçeya Fatîh a Stenbolê, kesekî nexwest ku bekçî wî sax bike. Bekçiyan jî lê dan û ew li erdê dirêj kirin. Di dîmenan de ku li medya civakî hatin weşandin, welatî ji bekçiyan re dibêje 'te destê min şikand', lê belê wî bi hesinan kelepçe dikin.

Balkêş e ku di wê demê de bekçiyek jê re dibêje, "li ber min ranebe".