Bêhevsengiya bazirganiya derve ya Tirkiyeyê 50 milyar dolar derbas kir

Bêhevsengiya bazirganiya derve ya Tirkiyeyê 50 milyar dolar derbas kir

Bazirganiya derve ya aliyê herî lewaz ê Tirkiyeyê tê pênasekirin di meha Hezîranê de ji sedî 18,9 ku zêde bû gihişt 8.57 milyar dolar, di 6 mehên destpêkê yên salê de jî ku ji sedî 17.4 zêde bû gihişt 50.61 milyar dolar. Hevsengiya di navbera bazirganiya hundir û ya derve de, di meha Hezîranê de li gorî îtxalata zêran her çi qasî bilind bûbe jî, bi îtxalata enerjî û malên navber ku paşde ma di bin texmînên ku dihat payîn de ma.

Li gorî Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê, di meha Hezîranê de îxracat ji sedî 6 ku kêm bû 12.44 milyar dolar, îtxalat ku ji sedî 2.8 zêde bû gihişt 21 milyar dolar. Li gorî asta ji bandora demsala aboriyê; di meha Hezîranê, îxracat ji sedî 3.2 kêm bû û  îtxalat ji sedî 6.5 zêde bû.

Di meha Hezîranê de îtxalata enerjiyê ji sedî 15.9 ku kêm bû gihişt 4.17 milyar dolar. Kevirên bi qîmet, mercan, amûrên mucewheran ên teklîq di meha Hezîranê de ji sedî 51, 8 zêbû û gihişt 2.1 milyar dolar.