'Bêdengî qebûlkirina tecrîdê ye'

Şandeyek ji Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bi dosyayeke di derbarê komploya navnetewî û grêvên bîrçîbûnê de bi gelek partiyên siyasî, radiyo û ragihandinên Elmnyayê re îro hevdîtin pêk anî.

Li bajarê Bielefeldê yê Elmanyayê şandeyeke ji SMJÊ di hevdîtinên bi partiya hikumeta Elmanyayê CDU, partiya sosyal demokrat SPD, partiya keskan Die Grûne, partiya çep die Linke, bi şaredarê Bielefeldê û gelek ragihandinên Elmanyayê re hevdîtîn pêk anî.

Li ser navê şande Mecbure Dûndar diyar kir ku bêdengiya li hemberî tecrîda girankirî ya 20 sal in di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de pêk tê, li pey xwe hiştiye. Her wiha berxwedana Leyla Gûven a 100 roj in grêva bîrçîbûnê didomîne. Hate gotin ku li Elmanyayê welatiyên Kurd ên li Elmanyayê û h yên li Strasburgê ku bi heman armancê di grêva bîrçîbûnê de ne, divê esas bên girtin û ji bo grêv bê zerar bi encam bibe, raya giştî ya Elmanyayê bikeve nav liv û tevgerê.

Di hevdîtînê de şandeyek dosyayek radestî berpirsên partiyên siyasî û ragihandinên Elmanyayê kirin û hate gotin ku wê piştgirî bidin daxwazên Leyla Gûven û jinên Êzidî û bi raya giştî re jî parve bikin.

Şandeyê ji ragihandiya Elmanyayê xwest ku meşa wê sibê li Strasburgê pêk bê, bidn û banga bihisitiyariyê kiri.