Li Mersînê li dijî zarokan şahidê veşarî tên bikaranîn û derket holê ku yek ji van şahidan bê ku girtekî bixwîne pê îmze hatiye dayin. Li Midûriyeta Polîsan şahidê bi navê Mahmut Taş ku li ser M.A yê 17 salî îfade da, diyar kir ku dema derman bi kar aniye îmze bi wî hatiye avêtin û got ku ew zarokê niha bi 20 sal ceza tê darizandin nas nake.
Di salên dawî de di hemû Dozên di bin navên KCK’ê de hatine vekirin de şahidên veşarî tên bikarnîn û li Mersînê zarok jî rû bi rû dimînin. Hema hema her roj zarok tên binçavkirin di vê sala dawî de di encama îfadeya 30 heb şahidên veşarî de zarok rastî cezayên girtîgehê tên.
Aşkere bû ku herî dawî şahidekî veşarî bêyî ku girtekî bixwîne îmze kiriye.
Li taxa Demîrtaş a navçeya Toroslar a Mêrsînê di 15 sibata 2012’an de di xwepêşandanekê de zarokê bi navê M.A bi îdaiya ku ‘endamtiya rêxistinê’ ‘propagandaya rêxistinê’ ‘molotofkokteyl avêtiye polîs’ bi daxwaza 20 sal ceza doz hat vekirin. Duyemîn rûniştina dozê li Dadgeha Zarokan a Mersînê pêk hat.
Mahmut Taş ku berê li ser M. A îfade dabû, li Dadgeha 2’emîn zarokan a Mêrsînê îfadeyên ku li midûriyeta polîsan dabû qebûl nekir û wiha got: “Ez îfadeyên xwe yên wir bi bîr naynim. Wê demê min derman dixwar. Di bin bandora wan dermanan de min îfade da. Girteka ku amade kiribûn jî min nexwend û îmze kir. Nayê hişê min ku dema teşhîsê kî li wir bû. Dema girtina girtekê kî li wir bû nizanim. Ev îfadeyên xwe qebûl nakim. Ez vî zarokê jî nas nakim. Tu eleqeya wî bi sûcdariyan tune.”
Parêzerê M. A Eyup Sabrî Oncel jî wiha got: “Li şûna ku îfadeyên rast ji şahidan bên girtin, wisa nekirine. Şahid di bin bandora dermanda îfadeyan e. Ev li dijî qanûnê ye. Ger îro me xwe negihandana vî şahidî dê îro muwekîlê min ceza bigirta.”
Danişîn taloqî 24’ê çile kirin.