BDP: Tenduristiya Ocalan tenduristiya hemû Kurdan e

BDP: Tenduristiya Ocalan tenduristiya hemû Kurdan e

Li Îzmîr û Hatayê ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên Eniya El Nusra yên li dijî Rojava protesto bikin çalakî pêk anîn.

BDP’a  Îzmîrê der barê komkujî Rojava û tenduristiya Ocalan de daxuyaniyekd a. Daxuyaniya li ber BDP’a Îzmîrê hat dayîn BDP û HDK tevli bûn. Dovîzên ‘Gelê Rojava ne tenê ye’ hatin hildan û he wiha dirûşme hatin berzkirin.  Serokên BDP’a Îzmîrê Fuat Mîkaîloglu xwend.  Mîkaîloglu da zanîn ku ew komkujiyê şermezar dikin û got her roj gundên kurdan tên serdegirtin.

Mîkaîloglu da zanîn ku divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê sererastkirin û got: “Tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenduristiya krudane. Divê demidest heyetek tenduristiyê bişînin Îmraliyê. Tenduristiya Ocalan gelek girînge.

Mîkaîloglu diyar kir ku divê AKP li gorî pêvajoyê tevbigere û di pêngava duyemîn de pêngavan bavêje.

BDP’a Hatayê jî heman armancê daxuyaniyek da. Nûnerên BDP’ê tevli çalakiyê bûn. Hevserokê BDP’a Hatayê Mahmut Aydinci da zanîn ku divê demildet dawî li êrîş û ambargoya ser gel bê dayîn.