BDP: Midûriyeta Polîsan a Amedê berpirsiyarê mirina Îzole

BDP: Midûriyeta Polîsan a Amedê berpirsiyarê mirina Îzole

Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, sersaxî li malbta Murat Îzol ê ku polîsan berdayê û xwe avêt Çemê Dîcleyê û jiyana xwe ji dest da, da û diyar kirin ku, berpirsyarê mirina Îzol Midûriyeta Polîsan a Amedê ye û dê hesaba qatilan bi riyên demokratîk bipirsin.

Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, têkildarî Murat Îzol ê ku polîsan berdayê û xwe avêt Çemê Dîcleyê û piştî 12 rojan cenazeyê wî hate gîtin daxuyaniyekî nivîsîk weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, 12 roj berê polîsan berda Murat Îzol û duh cenazeyê wî hate dîtin û şevê din hate definkirin û wiha hate gotin:

"Midûriyeta Polîsan a Amedê roja destpêkê bûyer berovajî kir. Girteka fermî ya Murat Îzol di Çemê Dîcleyê de tuneye amade kirin. Bi vê yekê lêgerînên peydakirinê astengkirin û yekîneyên ji bo lêgerînê hatin asteng kirin. Ligel vê yekê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, îtîfayeyê û gel bi dildar xebatên xwe berdewam kirin. Ligel hemû kedan Murat Îzol nehate dîtin. Cenazeyê Îzol di 7'ê Nîsana 2013'an de li derdora Pira Dehderî ji aliyê welatiyan ve hate dîtin û cenazeyê ayîdî Îzol ji avê hate derxistin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, helwesta polîsan a nebaş di dema peydakirina cenaze de jî berdewam kir û wiha hate destnîşankirin: "Malbata Murat Îzol û hevalên wî li ber nexweşxaneyê rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Bi taybet ji bo cenaze şevê bê definkirin zext li ser malbatê pêk anîn. Berpirsyarê mirina Murat Îzol ê yekemîn Midûriyeta Polîsan a Amedê ye. Ji ber vê yekê divê Wezîrê Karê Navxweyî di vê bûyerê de baldar be û di derbarê berpirsyaran de lêpirsînê vebike û wan ji peywirê bigire."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Murat Îzol jî weke Şahin Oner ê ku di çalakiya 15'ê sibatê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin ciwanekî Kurde. Hêj 19 salîbû. Bila hikûmata AKP'ê baş bizane em dê bi riyên demokatîk hesabê ji qatilên Îzol bipirsin.