BDP’ê namzetê Êlihê diyar kir

BDP’ê namzetê Êlihê diyar kir

Li Êlihê di hilbijartinên pêşwexet ên ji aliyê BdP’ê ve  ji bo namzetê Serokê Şaredariya hatin kirin de Sebrî Ozdemir bû yekemîn.

Ji bo diyar kirina namzetê Serokê Şaredariya Êlihê ya BDP’ê li avahiya BDP’ê û sendikya Genel-İşê sindûkên hatîn dayîn de 780 delegeyan dengê xwe bi kar anî. Piştî deng hatin avêtin hêjartina dengan destpê kir. Li gorî encamên neyên fermî yên pêşhilbijartinê ji bo namzetiya Serokê Şaredariyê Sebrî Ozdemir hatiye hilbijartin, Mustafa Mesûd Tekik rêza dûyem de Slim Aratemûr jî sêyem . Ji berî hêjmartina dengan li gel 12 namzetan li ber avahiya Navenda Girtiya BDP’ê û Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê kom bûn, li benda encamê man û bi dulol û zirnê govend gerandin. Encamên refmî wê di rojên pêş de ji aliyê Navenda Giştiya BDP’ê ve bê diyar kirin.

Piştî hêjmartina dengan li Baxçeyê Çayê yê şaredariyê ji aliyê Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay ve daxuaniyek kurt hat dayîn û got em ji hemû kesên di xebatên hilbijartina pêşwexte de ked dane spasiyên xwe pêşkêş dikin, ji berî hilbijartinên pêşwext her 12 namzetan li gel hev qezenc kirî ne. Atalay da diyar kirin ku encamên hilbijartinê ta niha ne fermî ne û encamên derketîn diyar kir.