BDP’ê komkujiya daristana Şenyaylayê bir meclisê

BDP’ê komkujiya daristana Şenyaylayê bir meclisê

Parlamenterê BDP’ê yê Muşê Demîr Çelîk, komkujiya daristanê ya herêma Şenyayla ya Muşê bir meclisê. Çelîk di pêşnûmeya ku pêkêşî Wezîrê Karê Hundir Muamer Guler kir de wiha got: “Li bajaroka Kizilagaç li herêma Şenyayla qada daristanê ya ji ber operasyonên leşkerî hatiye texrî bûye û her wiha teqemeniyên avêtine herêmê û nehatine berhevkirin jî mirinê belav dikin.”

Di pêşnûmeyê de wiha hat gotin: “Di 6’ê tebaxa 2012’an de zarokê 8 salî yê bi navê Sera Yavuz di encama teqîna muhîmatê de jiyana xwe ji dest dabû. Ligel mirina mirorvan bi sedan sewal telef bûn.

Çelîk balkişand ser îdiayên der barê ku di demên dawî de darên mane cerdevanan birîne û ev pirs kirin;

Li gorî van îdiayan cerdevanan darên mane birîne û bazirganiya wan dike.

Der barê vê de heta niha serlêdanek çêbûye an na?

Ji bo dawî li komkujiya daristanan bê girtin û tedbîr bê girtin xebatek wezareta we heye an na?

Der barê rayedarên ku çav û guhê xwe li vê pêkanînê digire, dê lêpirsînek bê destpêkirin an na?

Der barê paqijkirina muhîmatên teqemeniyê de xebatek we heye an na?