BDP’ê ji bo rakirina leşkeriya bizorê pêşnûmeyek da meclisê

BDP’ê ji bo rakirina leşkeriya bizorê pêşnûmeyek da meclisê

Parlamenterê BDP’ê û wekîlê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken balkişand ser pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî ya di encama pêkanîna leşkeriya bi zorê ya li Tirkiyeyê û  xwest lêkolîna meclisê bêkirin.

Baluken di pêşnûmeya xwe de  diyar kir ku, leşkerî li ser gel hatiye ferzkirin û got, ev jî azadiyên kesan asteng dike û rê li ber texrîbatan vedike.

Di hinceta pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Li Welatên ku pêkanîna leşkeriya bi zorê heye, demokrasî tê astengkirin. Dewlet ji bo berxwejewendiyên xwe azadiya kesan asteng dike.”

Her wiha di  pêşnûmeyê de ji welatên ku leşkeriya bi zorê hatiye kirin û saziya leşkeriyê qet tuneye jî mînak hat dayîn.

Di pêşnûmeyê de hate diyar kirin ku, li Tirkiyeyê ji ber leşkeriya bi zorê, welatiyên ku reda xwe ya wijdanî aşkera dikin gelek zêdene û di vê mijarê de saziyên navnetewî jî daxwazên xwe zêde kirine û di vê mijarê de Tirkiye neçare ku pêngavekê bavêje.

Ligel daxwazên ku ji nava civak û saziyê navnetewî tên, binpêkirina mafan a di nava artêşê de jî aloziya di nava artêşê de derdixe holê. Di serê van nakoqiyan de jî mirinên leşkeran yên bigûman tên.

Hinek mînakên ji cîhanê, leşkeriya bi zorê ya demên berê rastiya vê derdixe holê. Li Welatên Almanya, Yewnanîstan, Awûstûrya, Brezîlya, Norweç û Danîmarkayê leşkeriya bi zorê tune ye û mafê reda wijdanî hatiye nasîn.  Her wiha li van welatan saziyên leşkeriyê jî tune ne.  Ligel vê Giravên Solomon, Kosta Rîka, Samoa Andora jî ji van welatane.

Ji ber van em dixwazin Tirkiye vekişe xeteke demokratîk û lêkolîneke Meclisê pêk bîne.”