BDP'ê ji bo malbata Korkmaz sersaxî xwest

BDP'ê ji bo malbata Korkmaz sersaxî xwest

BDP’ê ku peyama sersaxiyê ji bo malbata xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz ê di çalakiyên Parka Gezî de birîndar bibû îro jiyana xwe ji dest da, weşand xwest kujerên ku dewlet li pişt wan e tavilê werin dîtin.

BDP, ji bo malbata xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz ê li Eskîşehirê di pêvajoya çalakiyên Gezî de birîndar bibû û îro jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand.  

Di peyama ku bi îmzeya Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak hat weşandin de wiha tê gotin, “Em ji bo xwendekarê zanîngehê Aslî Îsmaîl Korkmaz ê li Eskîşehîrê dema ji ber şîddeta polîsan direviya ji aliyê çeteyên faşîst ên sivîl bi giranî hatibû birîndarkirin û mixabin îro di nexweşxaneya ku lê tedawî dibû de jiyana xwe ji dest da em ji Xwedê rehmê jêre dixwazin û dibêjin serê nas û hezkiriyên Alî Îsmaîl Korkmaz sax be.  

Daxwaza me ev e ku kujerên ku dewlet li pişt wan e tavilê werin dîtin, û em sersariya hukûmetê ya li hember van mirinan û dîsa helwesta hukûmetê ya cesaret dide qatilan şermezar dikin."