BDP'ê ji bo Kakeyî sersaxî xwest

BDP'ê ji bo Kakeyî sersaxî xwest

Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)’ê, ji bo siyasetmedarê Kurd Felekeddîn Kakeyî yê jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyama ku bi îmzeya Hevserok Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş hatiye weşandin de wiha tê gotin: "Bi xemgînî me bihistiye ku yek ji siyasetmedarên Kurdistanê yên hurmetdar û ramanwer Birêz Felekeddîn Kakeyî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye.

Em ê Birêz Kakeyî ku di dema bi awayekî aktîf di nav Partiya Demokrat a Kurdistanê de xebat bi rê ve dibir tevkariya dida têkoşîna azadiyê, piştî siyasetê jî ku xebatên entelektuel bi rê ve dibir û dîsa tevkariya li çanda Kurd kir, timî bi hurmet bi bîr bînîn.  Wek BDP’ê em ji Birêz Kakeyî re ji Xwedê rehmet; ji malbatê û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”