BDP'ê ji bo gelên Spanyayê sersaxî xwest
BDP'ê ji bo gelên Spanyayê sersaxî xwest
BDP'ê ji bo gelên Spanyayê sersaxî xwest
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)’ê bi wesîleya qezaya li Spanyayê ya 80 kesî jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxî weşand û sersaxî ji gelên Spanyayê re xwest.
Di peyama ku li ser navê Navenda Giştî ya BDP’ê hat weşandin de wiha tê gotin, "Di encama qezayeke bi xemgîn a li Herêma Xweser a Galîçya ya Îspanyayê de ku nêzî 80 mirovî jiyana xwe ji dest da em pir xemgîn bûn. Em wek BDP’ê di serî de êş û şîna gelê Galîçya û tevayî gelên Spanyayê parve dikin, ji birîndaran re şifaya xêrê û kesên ku xizmên xwe wendakirine re sersaxiyê dixwazin.