BDP'ê îdîaya di operasyona noqteyî ya 31'ê Kanûna 2012'an li navçeya Liceyê pêk hat û 10 gerîlayên HPG’ê de jiyana xwe ji dest dan de çekên kimyewî hatin bikaranîn bir meclîsê û ji Wezîrê Paratinê Îsmet Yilmaz pirsî.
Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Çewlik Îdrîs Baluken, îdîaya di operasyona nokteyî ya 31'ê Kanûna 2012'an li navçeya Liceyê pêk hat û 10 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan de çekên kimyewî hatin bikar anîn bir meclîsê.
Balûken, li ser vê îdîayê pirsname pêşkêşê Wezîrê Parastinê yê Tirk Îsmet Yilmaz kir. Balûken, di pirsnameyê de diyar kir ku li gorî şahid û daxuyaniyên welatiyên herêmê şikên mezin ên çekên kîmyewî hatin bikaranîn.
Balûken ragihand ku kesên destê xwe dane cil û pûşiyên gerîlayan ji ber bêhna xerîb serê wan gêj bûye û mîdeya wan xeliya ye. Balûken destnişan kir ku welatiyên roja duyemîn çûn cihê bûyerê dîsa heman bêhn û sergêşî çêbûye û wiha got:
"Berê jî hatibû îdîakirin ku leşkeriyê li hemberî PKK'ê çekên kimyewî bikar anîne. Heri dawî li Geliyê Tiyarê di operasyonê de çekên kimyewî hatibûn bikar anîn û 36 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabûn.”
Baluken, ji Wezîrê Parastinê Yilmaz ev pirs pirsîn: “Di operayona 31'ê Kanûna 2012'an a li Liceyê de artêşa Tirk li hemberî PKK'ê çekê kimyewî bi kar anî ya na? Der barê îdîayê de bi welatiyên herêmê û şahidan re hevdîtin hate kirin an na? Der barê vê îdîaya ku li herêmê çeka kîmyewî hat bikaranîn de tu lêpirsîn hate destpêkirin an na? Ger ku lêpirsîn hat destpêkirin di çi rewşê de ye. Ji bo ku Tirkiye li gorî peymana çekên kimyewî ya ku îmze kiriye tevbigere çi tên kirina? Ji salên 1990'an heta 2012'an gelek caran li hemberî PKK’ê çekên kimyewî hatin bikaranîn. Heta niha der barê van îdiayan de çend doz û lêpirsîn hatin vekirin? Artêşa Tirk, pêdiviya çekên kîmyewî temîn dike ya na? Ger ku temîn dike bi kîjan rêbazê û ji kijan welatan temîn dike? Artêşa Tirk di şer û operasyonê hundir de divê kîjan çekan bi kar bîne. Ji bo vê yekê tu pîvan û sinor heye. Ev sînor çi ye? Ji bo di operasyonên hundir de çekên kimyewî pêk bîne tu sedem heye?"