BDP’ê binpêkirinên li girtîgehê ji Wezîr Ergîn pirsî

BDP’ê binpêkirinên li girtîgehê ji Wezîr Ergîn pirsî

Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane bi pirsnameyekê mafê girtiyan ên zagonî ji Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergin pirsî.

Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane di derbarê rewşa girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Hacilarê û Kirikkale û mafê girtiyan ên zagonî de pirsname da Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergin. Bîrtane destnîşan kir ku, li girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin û xwest aliyê wê yê zagonî bê aşkerekirin.

Bîrtane ji bo bersivdayînê ev pirs pirsîn: Çima Wezaret pêkanînên rayadarên girtîgehê yên keyfî asteng nake? Têkildarî van îdiayan çend kesan giliyên xwe li Wezareta Dadê kirine. Di derbarê van îdia û giliyan de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin? Ji bo rêveberiya girîgehê hurmetê nîşanî girtiyan bide û êrîşî mafê wan neke dê çi bê kirin. Ligel ku li hemû girtîgehan gilî tê kirin heta niha çi tedbîr hatine girtin. Ger ku wezaretê pêkanînên keyfî asteng nekiribe sedema wê çiye. Ev pêkanînên keyfî di bin agahiya we de pêk tên an na?"