BDP’ê bernameya Newrozê aşkere kir

BDP’ê bernameya Newrozê aşkere kir

Bernameya pîrozbahiyên Newroza îsal ya ku bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statu’ dê pêk were diyar bû. Di giştînameya ku BDP’ê ya ku ji hemû teşkîlatên navend û navçeyan re hate şandin de tê gotin Newroz di navbera 17-21’ê Adarê de li 45 navend û navçeyan dê were pîroz kirin û fînal jî dê li Amedê pêk bê.

Bernameya Newrozê  ya 5 rojan wihaye;

1-Mîtînên Newroza 2013’an dê di navbera 17-21’ê adarê de pêk were. Di 21’ê Adarê de tenê li Amedê dê fînal pêk were.

2-Di plansaziya Navendî de 45 cih hatine diyarkirin.  Cihên hatine diyar kirin û dîroka wan wihaye;

17’ê Adarê 2013 (Yekşemî):

Edene, Antalya, Aydin, Bursa, Denîzlî, Antep, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Konya,  Manîsa, Mersîn, Tekirdag, Wan, Serêkaniyê, Îskenderun, Mîlas, Farqîn

18’ê Adarê 2013 (Duşemî):

Çewlîk,Dersîm,Colemêrg, Îdir, Qers, Muş, Erganî, Qoser Licê

19’ê Adar 2013 (sêşem):

Agirî, Êlih, Bedlîs, Erzirom, Mêrdîn, Riha, Bismil, Pazarcix

20’ê Adarê 2013 (Çarşemî):

Semsur, Elezîz, Meletî, Sêrt, Bazid, Elbîstan, Silopî, Tetwan û Gever

21’ê Adarê 2013 (Pêcnşemî):

Amed

Di giştînameyê de hate diyarkirin ku ji bo Newrozê ‘Komîsyona Newrozê ya 2013’an’ hatiyevakirin û got hemû mîtîng dê ev organîze bikin.

Hate diyarkirin ku  dê li her derê du kesên hatine peywirdarkirin biaxivin û axafatin b kurdî bêkirin. Her wiha hat gotin bila her kes bi cilên netewî tevli bibin.