BDP’a Erganiyê çû serdana malbata Sari
BDP’a Erganiyê çû serdana malbata Sari
BDP’a Erganiyê çû serdana malbata Sari
Rêxistina BDP’ê ya Erganiya Amedê, çû serdana malbata Tuncay Sari bi navê kod Gabar Amed yê HPG’î ku li navçeya Genç a Çewlîkê jiyana xwe ji dest dabû.
Gerîlayê HPG’ê Tuncay Sari yê ku di 1’ê ilona 1997’an de li navçeya Genç a Çewlîkê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Seroka BDP’a Erganiyê Cavîdan Yaman, cigirên şaredariya Erganiyê û nûnerên Meyaderê çûn serdana malbatê.
Gel û partiyî li ber avahiya BDP’ê hatin cem hev û ji vir jî berbi Mala Şinê ya Şaredariya Erganiyê meşiyan. Esnafên naçeyê bi çepikan pişgirî danê. Girse ji aliyê malbata Sari ve hat pêşwazîkirin. Bavê Sari, Haci Sari di şînê de axivî û got kurê wî şehîdê hemû Kurdistanê ye. Sari da zanîn ku divê ji vir şûnde rondik neyê barandin û got: “Gelê kurd bi salane êşê dikişîne. Hêviya me eve ku demildest ev êş û rondikê çavan bi dawî be.” Piştî axaftinan mewlud hat dayîn.