Bayik: Plana AKP-MHP'ê tinekirin û şikandina îradeya Kurdan e

Bayik: Aştî bi vî rengî nabe; ez ê îradeyê bişikînim, bitepisînim, qels bikim û piştre çend parî û hûrikan bavêjim ber Kurdan! Kurd jiyaneke azad û demokratîk dixwazin.

Bayik: Aştî bi vî rengî nabe; ez ê îradeyê bişikînim, bitepisînim, qels bikim û piştre çend parî û hûrikan bavêjim ber Kurdan! Kurd jiyaneke azad û demokratîk dixwazin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji rojnameya Al-Monîtor re axivî û destnîşan kir, gelê Kurd ev 40-50 sal in ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li hemû parçeyên Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn di nava meşek mezin de ye.

Bayik got, "Kurdên li derveyî welat jî timî li ser piyan e. Gelê Kurd 30-40 sal in li ser piyan e. PKK jî pêşengiyê ji vê têkoşînê re dike." Bayik diyar kir, piştî ku di 7'ê Hezîranê de 80 parlamenterên HDP'ê ketin parlamenta Tirkieyê, Kurdan li Rojava destketiyên mezin bi dest xistin, bandora Tevgera Azadiyê ya Kurd li Başûrê Kurdistanê zêde bû û li gelemperiya cîhanê bandora PKK'ê û Tevgera Azadiyê ya Kurd mezin bû, Tirkiye ji vê rewşê tirsiya ye û wiha dewam kir: "Li pêşberî vê xurtbûna Kurdan ya wê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gav bavêta, ya jî li dijî vê yekê şer ragihanda. Ya wê pêşî li vê rewşê bigirta, ya jî pirsgirêk çareser bikira. Ji ber ku polîtîkayeke xwe ya çareseriyê tine ye, di salvegera Peymana Lozane de, bi 24'ê Tîrmeha 2015'an re dest bi êrîşeke mezin kir."

Cemîl Bayik anî ziman, êrîşên du salên dawî yên dewleta Tirk, di tevgera civakê de ji hin aliyan ve rê li ber tengaviyê vekir û got, "Lê belê lazim ev jî were dîtin. Pirsgirêk, zor û zehmetiyên ku dewleta Tirk di nava du salên dawî de kete navê, di ti serdema dîroka Komara Tirkiyeyê de nehatiye dîtin. Komara Tirkiye niha di dema herî zehmet a 90 salên dîroka xwe de ye. Êrîşeke giran li dijî gelê Kud û hêzên demokrasiyê tê kirin. Ev yek ne ji ber xurtbûna wê ye, lê ji ber qelsiya wê ye."

Bayik bal kişand ser guhertina destûra bingehîn a ku di 16'ê Nîsanê de pêşkêşî dengdanê tê kirin û got, "Bêguman destûra bingehîn Kurda ji nêz ve eleqedar dike. Destûra Bingehîn, rêxistinbûna siyasî, civakî, aborî û çandî ya dewletan diyar dike. Ji sala 1924'an û vir ve hemû destûrên bingehîn ên hatine amadekirin, xwe sipartine înkarkirina Kurdan. Bûne destûrên bingehîn ên ji bo qirkirina Kurdan. Ne tenê destûra bingehîn, hemû qanûn û rêvebername jî bi armanca qirkirina Kurdan hatine amadekirin. Bi guhertina heyî ya destûra bingehîn re, di vê mijarê de ti guhertin nayê kirin. Berevajî, ev otorîte, weke rêveberiya destûra bingehîn a xwe dispêre qirkirina Kurdan, hê otorîter dibe. Ji ber vê yekê, em sîstema serokatiyê weke sîstemeke rêveberiya qirkirinê dibînin. Em li dijî vê ne û jê re dibêjin 'NA'."

PÎVANA KURDAN, DEMOKRASÎ YE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ji bo Kurdan pîvan; demokratîkbûne û ev tespît kir: "Kurd her tiştekî demokratîk ê li Tirkiyeyê qebûl dike. Ji her tiştên nedemokratîk û li demokrasiyê nayên re jî dibêjin NA. Pirsgirêk ne sîstema serokatiyê, sîstema parlamenteriyê yan jî tiştekî din e. Bêguman li gorî şert û mercên her welatî, sîstem jî dikarin guhertî bin. Li welatekî mîna Tirkiyeyê ku şoreşa demokratîk pêk naniye, çanda demokratîk lê çênebûye, sîstemên serokatiyê, sîstemeke siyası ya hîn bêhtir otorîter û antî demokratîk derdixîne holê. Ev rastiyek e."

SÎSTEM BERÊ JÎ NAVENDÎ BÛ, NIHA BÊHTIR NAVENDÎ DIBE

Bayik eşkere kir, guhertina heyî ya destûra bingehîn, sîstema heyî ya li Tirkiyeyê hê navendî dike û got, "Berê jî navendî bû; demokrasiya herêmî tine bû, mafê civakê li ser biryardayînê qels bû. Lê niha hîn qelstir dibe. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê işaretê bi sîstemeke demokratîk a ku erkê li herêman belav dike, işaretê bi demokrasiya herêmî dikin. Ya ku niha tê kirin, berevajî ê ye. Hîn bêhtir navendî dibe, otorîter dibe. Ji ber vê yekê em dibêjin NA. Ji ber ku her sîstemeke ne demokratîk, her sîstemeke navendîparêz xizmetê ji qirkirina Kurdan dike. Sîstemeke fetisandina Kurdan e."

DEWLETA TIRK ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN LI HER DERÊ BELAV KIRIYE; EM Ê JÎ LI HER DERÊ BERSIVÊ BIDIN

Cemîl Bayik bibîr xist, ku dewleta Tirk şerê li dijî Kurdan li her deverê belav kiriye û ji ber vê yekê jî, ew neçar man e helwesta xwe ya li hemberî vê ji nû ve binirxîne.

Bayik ragihand, di nava rewşeke ku her roj êrîş tê kirin û şer li her cihî hatiye belavkirin de, ne rast e ku ew şer tenê li Bakurê Kurdistanê bimeşînin û wiha dewam kir: "Li dijî êrîşa topyekûn a dewleta Tirk em rewşê dinirxînin... Dewleta Tirk ji xwe şer berbelav dike. Ma ne dewleta Tirk e ku dibêje ez ê li Sûriyeyê, li Iraqê, li her cihî, li Şengalê, li Qendîlê vê bikim, wê bikim? Ji ber vê yekê, şertekî şer e ku divê em bersivê bidin vê polîtîkaya dewleta Tirk. Eger şerê li her derê yê li dijî me ji xwe rewa dibîne, hingî em ê jî li her cihî bersivê bidin.

Bêguman, di vir de yê winda bike, dewleta Tirk e. Ji xwe em di nava têkoşînê de ne, di nava şer de ne. Gelê Kurd ji bo azadiya xwe têdikoşe, şer dike. Ji ber vê yekê, eger dewleta Tirk şer belav dike, nabe ku em li pêşberî vê bêdeng bimînin. Di vir de yê bi ser bikeve dewleta Tirk nîne. Yên bi ser bikevin Kurd in. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd e."

AŞTÎ BI EDALET Û WEKHEVIYÊ DIBE

Ji bo pirsa, "Gelo ev rewş tê wê wateyê ku ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ti hêvî nîne?" Bayik ev bersiv da:

"Aştî bi nêzîkatiyeke yekalî nabe. Dewleta Tirk niha hewl dide îradeya gelê Kurd bişikîne, bitepisîne û êrîş dike ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike. Ji xwe, ji bo hêza Kurdan bişikîne, berî du sal û nîvan biryar aşer dan. Ev du sal in jî vî şerî dimeşîne. Aştî bi vî rengî nabe; ez ê îradeyê bişikînim, bitepisînim, qels bikim û piştre çend parî hûrikan bavêjim ber Kurdan! Kurd jiyaneke azad û demokratîk dixwazin. Edalet nebe, wijdan nebe, wekhevî nebe, mafdarî nebe, gelo aştî dibe? Aştî bi edalet û wekheviyê dibe. Lewma ji bo aştiyê, di rewşa heyî de ti zemîn nîne. Kengî êrîşên dewleta Tirk, desthilatdariya AKP'ê hatin şikandin, hingî dibe ku hêvî ji bo aştî û çareseriyê derkeve holê. Ji ber vê yekê, hêviya aştî û çareseriyê bi têkoşînê derdikeve holê. Têkoşîn bê dayin, qirkerî û îradeya tasfiyekar a dewleta Tirk were şikandin, hingî pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd dikare vebe. Naxwe niha ti hêvî nîne. Hêvî têkoşîn e. Heta ku desthilatdariya faşîst a tifaqa AKP-MHP'ê neyê qelskirin, li Tirkiyeyê ti hevdîtin nabe, diyalog nabe, çareserî nabe."

DI SALA 2017'AN DE ŞER WÊ GIRAN BIBE

Bayik anî ziman, ti polîtîkayeke wan nîne ku Tirkiyeyê bikin Sûriye û got, "Em dijminatiyê li Tirkiyeyê nakin. Em têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd dimeşînin. Têkoşîneke rewa dimeşînin" û wiha dewam kir: "Bêguman, eger dewleta Tirk vî şerî dişidîne û dijwar dike, mafê me ye ku em jî li Tirkiyeyê şer dijwar bikin. Ev rewa ye. Eger dewleta Tirk bêje 'ez ê bajaran xerab ikim, bişewitînim, Kurdan binpê bikim, nehêlim Kurd xwe bi rêxistin bike û saziyên xwe yên demokratîk ava bike', eger êrîşî hebûna gelê Kurd bike, hingî Kurd jî wê li dijî vê li ber xwe bide. Lewma di sala 2017'an de şer wê dijwar bibe.

Ev şer wê ne tenê li bakurê Kurdistanê be. Şer wê li Tirkiyeyê, li metropolên Tirkiyeyê jî giran bibe. Eger dewleta Tirk şer di vê astê de bi dijwarî dimeşîne, hingî mafê me ye ku em şer derbasî Tirkiyeyê bikin. Kes nikare bêje çima şer derbasî Tirkiyeyê dikin. Ji ber vê yekê, em ê şer derbasî Tirkiyeyê jî bikin. Dibe ku me heta niha heta radeyekê dikir, lê belê eger dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi rengekî bê sînor şer dike, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û her cihî dijminatiyê dike, wê demê gelê Kurd jî wê li metropolên Tirkiyeyê çalakiyên xwe yên li dijî hêzên leşkerî, hêzên polîsan, hêzên şerê taybet û hêzên siyasî yên dewleta Tirk zêde bike."

HÊZÊN QSD'Ê WÊ LI DIJÎ PLANÊN DAGIRKERIYÊ YÊN DEWLETA TIRK LI BER XWE BIDIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, destketiyên Kurdan li ku hebin, dewleta Tirk yekser êrîşî wê derê dike û bal kişand ser êrîşên giran ên li ser Rojavayê Kurdistanê. Bayik anî ziman, dewleta Tirk ku bi rêya çeteyên xwe nekarî Şoreşa Rojava bifetisîne, bi xwe ketiye nava Sûriyeyê û hewl dide Şoreşa Rojava bifetisîne, pêşî li gihîştina hev a kantonan bigire.

Bayik işaret bi gef û êrîşên dewleta Tirk ên li Minbicê kir û got, "Êrîşên li dijî Minbicê niha jî dewam dikin. Em bawerin, wê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersivê bide van êrîşan. Jİ ber ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji Minbiciyan pêk tê. Meclîsa hemû gelên li Minbicê ye. Ev di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk de ne, di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ne. Hêzên QSD'ê ne tenê ji Kurdan pêk tê, gelek pêkhateyên xwe hene. Yek ji van pêkhateyan jî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye. Wê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin."

PIRSGIRÊKA LI SÛRIYEYÊ BI HÊZA NAVXWEYÎ ÇARESER DIBE; QSD HÊZA NAVXWEYÎ YE

Bayik destnîşan kir, Tirkiye li nava Sûriyeyê hêzeke derve ye û got, "Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk, Şoreşgerên Rojava jî hêzeke navxweyî ye, dînamîkeke navxweyî ye."

Bayik diyar kir, ya ku pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bike, dînamîkên navxweyî ye û wiha dewam kir: "Li cihên Tirkiye lê bi bandor e, zîhniyet, feraset û rêbaza jiyanê ya El Qaîdeyê serdest e. Li her cihê Tirkiye ketiye navê, ji bilî vê yekê ti encam dernakeve. Ji ber vê yekê, em ne bawer in ku DYA, Ewropa, Rûsya, Sûriye, Îran, Iraq qebûl bikin ku Tirkiye hîn zêdetir bide nava Sûriyeyê. Ketina hêzeke bi vî rengî li nava Reqayê, wê tevlîheviya siyasî zêdetir bike."

PIŞTÎ RIZGARKIRINÊ, WÊ REQA JI ALIYÊ GELÊ REQAYÊ VE BÊ BIRÊVEBIRIN

Cemîl Bayik bal kişand ser Pêngava Rizgarkirina Reqayê û got, "Piştî rizgarkirinê Reqa wê ji aliyê gelê Reqaye ve bê birêvebirin. Berevajî îdîayên Erdogan, ti nêzîkatiyeke ku dibêjin 'Ere Kurdan qebûl nakin' nîne. Eger Kurdan qebûl nakin, wê demê Tirkan hîç qebûl nakin! Kurd niha li her cihê lê ne bi hemû gelan re di nava biratiyê de dijîn. Li ti cihî Kurd gelan ji cih û warên wan nakin. Kurd nakevin nava hewldaneke serweriyê. Ji bo serweriya meclîsa demokratîk a gelan, rêveberiya demokratîk a gelan, di nava hewldanan de ye. Hemû hewldanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî ji bo vê ne. Ji ber vê yekê Şoreşgerên Rojava, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya DemokratÎk wê qebûl nekin ku Tirkiye tevlî operasyona Reqayê bibin. Wê qebûl nekin ku Tirkiye bikeve nava Reqayê, qebûl nekin ku bi Tirkiyeyê re xebateke hevpar were meşandin."

Bayik destnîşan kir, ku ewlehiya Şoreşa Rojava bi demokratîkbûna Sûriyeyê dibe û got, "Kurd dixwazin hêzên demokratîk ên Ereb li Reqayê serdest bin. Hêzên demokratîk tê wateya dostên Kurdan."