Bayik: Kongre dê ji pêvajoyê re xizmetê bik

Bayik: Kongre dê ji pêvajoyê re xizmetê bik

Hevserokê Konseya Rêveber a KcK’ê Cemîl Bayik  ji Mîthat Sancar re axivî û diyar kir ku kongreya netewî bandoreke erênî li ser pêvajoya çareseriya demokratîk dike û wiha got: “Pêvajoya li Tirkiyeyê, ne tenê  Tirkiyeyê û kurdên Tirkiyeyê, hem3u kurdan û welatên din yên herêmê eleqeder dike.  Ji bo pêşveçûna pêvajoyê, dema pêwist be kongre bixwe dikare bikeve dewrê, em dikarin bixwazin û heta  Tirkiye bixwe jî dikare bixwaze.” Bayik da zanîn ku divê kongre mayînde bibe.

Nivîskarê rojnameya Mîlliyetê û endamê Koma Aqilmendan pispor Dr Mîthat Sancar bi hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re hevdîtin pêk anî.

Bayik di beşa yekemîn ya nivîsê de  mijajrên wekê Kongreya Netewî a Kurd, bandora kongreyê ya li ser çareseriya pirsgirêka kurd û helwesta Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li hember rojava û her wiha nêzîkatiya dewletên Rojhilata navîn a li hemberî pirsgirêka kurd hat nirxandin.

EM DIXWAZIN KONGRE HER DEM ÛMAYÎN DE BE

Bayik  ji bo kongreya Netewî got; Ev xeyala kurdan a bi salan bû. Em ji bo vê girîngiyê didin vê kongreyê.

Bayik bendewariyên xwe yên bo kongreyê wiha vegot:

Em dixwazin di kongreyê de bo mekanîzmayên mayînde biryar bên girtin. Pêşniyarên me hene, yên rêxistinên din jî hene. Dê ji vana modeleke hevpar bê avakirin.

Em dixwazim kongre mayînde û her tim hebe. Mînak divê meclisek, rêveb eriyek wê hebe, serokatî û komîteyeke dîplomasiya wê hebe.

Em armnacên Kongreyê wiha dibînin: Avakirina yekitiya netewî, pirsgirêkên navbera kurdan çareser bikin, pirsgirêkên navbera gelên cîran yên bi kurdan re, bi taybet guman, tirs û fikaran ji holê rabikin û bi gelên din re yekitî û biratî avakirine. Ev hemû  dê piştgiriyê bidin çareseriya pisgirêka kurd û hem jî li welatên din demokratîkbûnê teşwîq dike. Îstîkrar jî wiha dertê pêş.  Ev jî bo fêdeya her kesî baş e.

HELWESTA LI DIJÎ ROJAVA BI ARMANCÊN KOGREYÊ RE LIHEV NAKE

Bayik destnîşan kir ku di vê dema ku kongreya netewî di rojevê deye, rêveberiya Federal a Kurditanê deriyê sînor yê Rojava digire û ev jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bayik wiha got: “Yek ji armancên sereke yên kongreyê eve ku pirsgirêka navbera kurdan bê çareserkirin. Helwesta Başûrê Kurdistanê ya li dijî Rojava, bi armancên kongreyê re li hev nake. Ev mijar hem di rojeva rêxistinan û hem jî di rojeva komîteya amadekar de ye. Li wir jî tê nîqaşkirin,ji bo çareserkirina wê xebat tên meşandin.

Bayik destnîşan kir ku bi vê kongreyê dê li ser yekitiya kurdan a rêgeza netewî ya demokratîk bê rawestandin û wiha got: “Kurd ji hev venaqetînin. Ligel yekitiyê ne. Pirsgirêka me bi sînoran nîne. Em dixwazin di navbera gelan de yekitiyê ava bikin.

JI BO PÊŞVEÇÛNA PÊVAJOYÊ KONGRE DIKARE BIKEVE DEWRÊ

Bayik di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê ji bo pirsgirêka kurd pêvajoyek heye. Hedefa herî mezin ya pêvajoyê, serdestkirina siyaseta demokratîke.  Ji bo serkeftina stratejiya siyaseta demokratîk kongre gelek girînge. Gelek astengiyên li pêş vê stratejiyê dê bi kongreyê re ji holê rabe.  Bi kurtasî pêkhatina vê kongreyê dê hem ji pêvajoyê re xizmetê bike û hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navber kurdan de xizmetê bike.

Bayik balkişand ser şerê li Sûriyeyê û da zanîn ku şerê li wir şerê dawî yê qada Erebane û wihagot: “Li Rojhilata Navîn şerekî dijwar tê jiyîn. Sûriye niha navenda siyaseta şerê cîhanê ye. Çareseriya ji vir derkeve, dê ji bo teşekirina Rojhilata Navîn bi bandor be.